YNKê, li ser girtina qada asîmanî daxuyanî da

07 nîsan 2023 18:32
YNKê, li ser girtina qada asîmanî daxuyanî da

PeyamaKurd- Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) di derbarê biryara Tirkiyeyê ya girtina qada asîmanî ya ji bo firokexaneya Silêmaniyê, daxuyaniyeke nivîskî belav kir.

Di daxuyaniya ku li ser malpera fermî ya YNKê hat dayîn de hat gotin ku

"Dewleta Tirk, cara duyemîn e qada asîmanî ya Silêmaniyê digire. Sedema yekemîn jî referandûma sala 2018an a bi armanca serxwebûnê pêk hat. Sedema rawestandina seferên asîmanî, di navbera Balafirgeha Navneteweyî ya Silêmanî û Tirkiyeyê de cara duyemîn e ku Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê li Rojava xebatên xwe dimeşîne.

Ev yek, wekî hevkariya xwe ya bi Kurdan re tîne zimên, bi gotineke din, seferên Silêmaniyê ji ber 'dijberiya Kurdan' hatin rawestandin.”

Di daxuyaniya Şaxa YNKê ya 3yemîn a Hewlêrê de jî hat gotin ku ev biryar, encama "siyaseta dijminatiya Tirkiyeyê" ya li hember Kurdan e û li ser daxuyaniya Tirkiyeyê ya ku seferên balafiran ên Silêmaniyê rawestandiye jî hat gotin ku "Ev ambargo, neqanûnî ye."