Peskov: Hilbijartina serokatiyê li Moldovayê ne demokratîk û adil e
PeyamaKurd – Berdevkê Kremlînê Dmîtriy Peskov diyar kir ku hilbijartina serokomariyê ya ku li Moldovayê hat kirin ne demokratîk û adil bû û got, "Berevajî welatiyên Moldova yên li welatên Ewropayê dixebitin, piraniya xelkê welêt nikarin dengê xwe bidin."
Peskov li paytext Moskowayê li ser mijarên heyî daxuyanî da rojnamevanan.
Peskov li ser hilbijartinên serokomariyê yên li Moldovayê axivî û diyar kir ku bi hezaran welatiyên Moldovayê li Rûsyayê dijîn û ji mafê hilbijartinê bêpar in.
Dmitry Peskov diyar kir ku gelên li herêma "Transnistria" ya ku di nav sînorên Moldovayê de ye û serxwebûna xwe ya yekalî ragihandiye, nikarin dengê xwe bidin û ji ber vê yekê herêm meyla piştgirîya rêveberiya heyî ya Moldovayê nake.
Peskov bal kişand ku gelek welatiyên Moldovayê dengên xwe nedane Serokdewlet Maya Sandu, Peskov destnîşan kir ku li welêt civak perçe bûye.
Peskov got, “Berevajî welatiyên Moldovayê yên li welatên Ewropayê dixebitin, piraniya xelkê welêt nikarin dengê xwe bidin. Helbet vê yekê bandor li encamên hilbijartinê jî kir. Ji bo vê jî mirov nikare bêje ku hilbijartin paqij bû. Ev hilbijartin ne demokratîk û adil e, tijî manîpulasyon e.”
Peskov têkildarî têkiliyên Rûsya û Moldovayê jî diyar kir ku rêveberiya Moldovayê naxwaze bi Rûsyayê re têkiliyên cîrantiyê yên baş çêbike û wê polîtîkayên di vî warî de bimeşîne. Herwiha da zanîn, “Ji ber vê yekê, em ê li perspektîfên geşepêdana têkiliyên Moldova-Rûsya bi camên gulî nenêrin.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin