Trump derbarê bidawîbûna şerê Îranê de amaje bi hilbijartinan dike
Serokê DYAyê Donald Trump derbarê kengê dê şerê bi Îranê re bi dawî bibe de daxuyaniyeke nû da. Trump, ku berê dîrokên cuda dabûn, got, "Dibe ku beriya hilbijartinên navberê bi dawî bibe, lê dê heta ku hilbijartinên navberê bi dawî bibin, bi dawî bibe."
RûpelNews - Di axaftina xwe ya ji bo rojnamevanan li Îrlandayê de, Serokê DYAyê Donald Trump li ser şerê berdewam ê bi Îranê re şîrove kir.
Trump, got "Îran bi rastî dixwaze bigihîje lihevkirinekê. Bi berdewamî bi me re di têkiliyê de ye", derbarê dema bidawîbûna şer de şîrove kir û got, "Binêrin, dibe ku beriya hilbijartinên navberê bi dawî bibe, lê dê heta ku hilbijartinên navberê bi dawî bibin, bi dawî bibe."
Trump îdia kir ku piştî dawîhatina şer bihayên sotemeniyê dê bi lez dakevin, di heman demê de diyar kir ku ew dê "ti peymaneke xirab" a bi Îranê re qebûl neke.
Dema ku li ser plana dewletên Kendavê ya ji bo lidarxistina civîneke herêmî bi Îranê re di 14ê Îlonê de hate pirsîn, Trump bersiv da, "Ne xema min e, ew li ser wan e."
Bang li Zelenskiy kir
Trump her wiha bang li Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskiy kir ku êrîşên li ser tesîsên mazotê yên li Rûsyayê rawestîne.
Trump got, "Tenê tiştek heye ku divê Birêz Zelenskiy bike. Pêwîst e ew êrîşên li ser tesîsên sotemeniya dîzelê yên li Rûsyayê rawestîne," û lê zêde kir, "Ew dikare êrîşî hedefan bike, lê ne li ser dîzelê, ji ber ku ev yek dibe sedema kêmasiya dîzelê."
Trump her wiha daxuyaniya xwe ya berê dubare kir ku yekbûna Îrlandaya Bakur û Komara Îrlandayê "yek ji tiştên herî xwezayî" ye.
