Trump derbarê şerê Îranê de peyamek nû da

20 gulan 2026 08:21

Serokê Dewletên Yekbûyî yê Amerîkaya (DYA) Donald Trump di çalakiyeke li baxçeyê Qesra Spî de, ku tê de bi endamên Kongreyê re hevdîtin kir, derbarê danûstandinên bi Îranê re axivî.

Trump derbarê şerê Îranê de peyamek nû da

RûpelNews - Trump destnîşan kir ku danûstandinên bi Îranê re berdewam in û got ku dê di nêzîk de eşkere bibe ka gelo alî dikarin bigihîjin lihevkirinekê an na. Serokê DYAyê îdia kir ku Îran amade ye bigihîje peymanekê û got, "Em ê zûtirîn dem de dawî li vî şerî bînin.s"

"Em ê teqez rê nedin çekên atomî"

Trump her wiha behsa şiyanên leşkerî yên Îranê kir û îdia kir ku hêzên deryayî û parastina hewayî yên welêt bi giranî hatine bêbandor kirin. Trump her wiha derbarê avaniya serkirdayetiya siyasî û leşkerî ya Îranê de jî gotinên balkêş kirin û diyar kir ku hin serok êdî ne li ser postên xwe ne.

Di heman demê de, Trump tekez kir ku ew ê teqez rê nedin Îranê ku çekên atomî pêş bixe, û got, "Em nikarin vê yekê tehemul bikin û em ê tehemul nekin."