Sedema bertekên Îranê diyar bû: Trump peyameke nivîskî sandiye
PeyamaKurd – Hate ragihadin ku Serokê Amerîkayê Donald Trump, hefteya borî bi rêya welatekî navbeynkar peyameke nivîskî ji rêveberiya Îranê re şandiye.
Çavkaniyeke nêzîkî Hikûmeta Îranê îro Yekşemê eşkere kir, Tehranê hefteya borî bi rêya welatekî navbeynkar ê herêmê peyameke nivîskî ji îdareya Serokê Amerîkayê Donald Trump wergirtiye.
Çavkaniya ku nexwestiye navê wê bê eşkere kirin ji bo weşana Bexdad Elyewm daye xuyakirin, Trump bi rêya welatekî herêmê peyameke nivîskî ji bo Îranê şandiye û daxwaz jê dike dest ji pirsa atomî û moşek û çekên nukleerî berde.
Heman çavkanîyê gotiye, peyam bi awayekî nerasterast dibêje, divê Îran dest ji çekên pêşketî berde, li gel wê pirsên atomî ango bi temamî bêçek kirina Îranê dike armanc.
Çavkaniya Îranî pêwendiya di navbera peyama Trump û helwestê rêberê bilind ê Îranê Elî Xamineyî û berpirsên din girê dide, ku wan red kiriye ligel îdareya Trump danûstandinan bikin.
Heman çavkaniyê diyar kiriye, sedemê guhertina helwestê Îranê derbarê peyama Trump de ew daxwazên ku di peyama Trump de hatine şandin e.
Li aliyê din Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Êraqçî gotiye: “Me bi niyeta baş ve zêdetirî du salan danûstandin kir, di sala 2015ê de em pêbend bûn û rêkeftin me bicih kir, lê çi pêk hat? Wan bixwe di sala 2018ê de xwe vekişand. Ango ti tiştekî nû tine, ku ew li benda danûstandinan bin? Tenê tiştê nû ew e, ku dê givaşeke zêdetir bixin ser me.’’
Dîsa Rêberê Olî yê Îranê Elî Xamineyî jî roja Îna borî gotibû, ew red dikin li gel rêveberiya Serokê Amerîkayê Donald Trump danûstandinan bikin, ji ber ku ew yek pirsgirêkên Îranê çareser nake.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin