Trump ji bo şerê Îranê demek nû diyar kir
Serokê DYAyê Donald Trump got ku şerê bi Îranê re dibe ku beriya hilbijartinên 3ê Mijdarê bi dawî bibe. Trump, ku rojek berê pêşbînî kiribû ku şer dê yekser piştî hilbijartinan bi dawî bibe, got, "Ez nafikirim ku ew karibin zêde li ber xwe bidin."
RûpelNews -
Di daxuyaniyekê de ji bo News Nationê, Serokê DYAyê Donald Trump pêşbîniya xwe ya derbarê kengê dê şerê bi Îranê re bi dawî bibe, guherî.
Trump got, "Ez nafikirim ku ew dê zêde li ber xwe bidin, lê ev mijar dê piştî hilbijartinan were çareserkirin an jî belkî hê zûtir."
Rojek berê, Trump ji rojnamevanan re gotibû, "Ez bawer dikim ku şer dê yekser piştî hilbijartinan bi dawî bibe ji ber ku ew êdî nikarin li ber xwe bidin."
Serokê DYAyê herwiha ew raporên ku digotin di êrîşên tolhildanê yên dawî yên Îranê de li ser baregeheke amerîkî ya li Urdunê balafirên amerîkî zirar dîtine, red kir. Trump got, "Na, qet ti zirar çênebûye. Qet tiştek."
