Pûtîn: Yên ku ji ber bûyerên li Gazzeyê ne xemgîn in, dilê wan ji kevir e
PeyamaKurd – Pûtîn da zanîn, yên ku ji ber bûyerên li Gazzeyê ne xemgîn in, dilê wan ji kevir e
Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn di hevdîtina xwe ya bi Odeya Sivîl a Federasyona Rûsyayê ya li Moskovayê re der barê rojevê de daxuyanî da.
Pûtîn diyar kir, kesên ku ji ber bûyerên li Gazzeyê xemgîn nebin "dil kevir" in.
Serokê Rûsyayê eşkere kir, Amerîka hewl dide xwe weke ku destekê dide cihûyan nîşan bide û wiha got: "Li aliyê din bi destê ajanên xwe yên li Ûkraynayê hewl didin li Rûsyayê komkujiyeke Cihûyan organîze bikin."
Herwiha got, li Gazzeyê tirseke mezin heye û wiha got: "Dema tu li zarokên bi êş û di nava xwînê de dinêrî, meriv kulmên xwe digirin û çavên meriv tije hêstir dibin. Her mirovekî normal wiha bertekê nîşanî vê yekê dide. Heger bi vî rengî tevnegere, dilê wî tune ye. dilekî ji kevir e."

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin