Nêrîna kurdan a li ser Çarçove Yasayê: 'Ne bes e, lê erê' ye?

06 tebax 2026 12:32

Zêdetirî 100 sal in meseleya kurd çareser nebûye. Li gel vê yekê serdemeke pevçûnê ya ku nêzîkî 50 salan dom kir. Lê belê li gor hin nirxandinan Çarçove Yasayê derî li serdemeke nû vekiriye. Gelo dê Selahattîn Demîrtaş were berdan? Ev yasayî dê çawa bandorê li hezaran kesên di girtîgehan de bike? Gelo ev pêşniyaryasa, ya ku hin aliyên siyasî yên kurd bi dirûşma "ne bes e, lê erê" piştgirî dane, wekî pêngava yekem a ber bi aştiyeke mayînde ve ye, an destpêka rêwîtiyeke dirêj û dijwar e?

Nêrîna kurdan a li ser Çarçove Yasayê: 'Ne bes e, lê erê' ye?

RûpelNews - Pêşniyaryasaya 12-xalî, ku bi mebesta çareserkirina pirsgirêka kurd -a ku zêdetirî sedsalekê ye çareser nebûye- û bidawîkirina pevçûna ku nêzîkî 50 salan e didome, hatiye amadekirin, di siyaseta tirk û kurd de wekî destpêka serdemeke nû tê dîtin.

Lêbelê, gavên ku dê ji niha û pê de bên avêtin, bi qasî qanûnê bi xwe di navenda nîqaşê de ne.

Nirxandinên heta niha nîşan didin ku derdorên siyasî yên kurd û alîgirên pêvajoyê gihîştine xaleke hevpar: "Ne bes e, lê erê." Her çend pêşnûmeqanûn an jî pêşniyaryasa ne temam were dîtin jî, derketina çarçoveyeke yasayî ya berbiçav—ya yekem ku partî li ser li hev kirine—wekî destkeftiya herî girîng a pêvajoyê tê dîtin.

DEM Partî, her çend qanûnê wekî "destpêkeke dîrokî" bi nav dike jî, amaje dike ku divê kêmasiyên wê di dema pêvajoya parlamenê de û bi rêya guherandinên paşîn werin çareserkirin.

Peyama Îmraliyê

Rêberê PKKê Abdullah Ocalan qanûna çarçoveyê ya ku di tûra dawî ya danûstandinan de hatibû amadekirin wek kevirê bingehîn ê pêvajoyê bi nav kir û rasterast wek cihê çareseriyê îşaret bi Meclîsa Mezin a Neteweyî ya Tirkiyeyê (TBMM) kir.

Wî anî ziman ku çarçoveya yasayî yek ji gavên herî krîtîk ên ber bi demokratîkbûnê ve ye ku ji damezrandina Komarê û vir ve hatiye avêtin.

Di nirxandina rewşa heyî de, wî bal kişand ser hevsengiya nazik a pêvajoyê û got, "Her tişt nehatiye çareserkirin, lê ji bo nêrîneke neyînî jî tu sedem nîne," û bang li aliyan kir ku helwesteke realîst bigirin.

Nîqaşên rastîn nû dest pê dikin

Pêşniyaryasa di serî de qonaxa yekem a pêvajoya bêçekkirin û yasayîbûnê birêkûpêk dike. Lêbelê, nirxandinên pisporên hiqûqê û parêzvanên mafên mirovan, amaje bi encameke hevpar dikin: ji bo aştiyeke mayînde, di warên demokratîkîbûnê, mafên siyasî, azadiya derbirînê, rêveberiya herêmî û mafên mirovan de pêdivî bi rêziknameyên nû heye.

Ji ber vê sedemê, gelek nirxandin tekez dikin ku pêşniyar ne 'çareseriyeke dawî' ye, lê belê gava yekem a di pêvajoyeke dirêj de ye.

Gelo Demîrtaş dê were berdan?

Yek ji mijarên ku herî zêde bala raya giştî dikişîne rewşa Hevserokê berê yê HDPê Selahattîn Demîrtaş e. Cîgira Hevseroka DEM Partiyê Meral Daniş Beştaş, diyar dike ku pêşniyar li ser Demîrtaş û Fîgen Yuksedag qedexeyeke siyasî ya nû ferz nake.

Li gorî Beştaş, ji ber ku dosya doza Kobaniyê hêj nehatiye temamkirin, dibe ku dadgeha îstînafê sedemên binçavkirinê ji nû ve binirxîne û biryara berdanê bide. Lêbelê, di qanûnê de tu bendek tune ku diyar bike ev yek dê di çarçoveya qanûnê de bixweber pêk were.
Ji ber vê yekê, bersiva pirsa 'Gelo Demîrtaş dê were berdan?' hêj ne diyar e. Tê payîn ku pêvajo li gorî geşedanên dadwerî û siyasî bê teşedan.

Yên li sirgûnê dê kengî vegerin?

Her çend pêşniyaryasa ji bo hin sûcan rawestandina lêpirsîn, dozgerî û cezayan dihewîne jî, ew bendeke berfireh a ku rasterast mafê vegerê bide her kesê ku niha li derveyî welat e, nahewîne.

Lêbelê, tê payîn ku derxistina qanûnê rê li ber rêziknameyên nû yên di derbarê vegerîna nav civakê û statuya yasayî de veke. Ji ber vê sedemê, vegera kurdên sirgûnkirî jî wekî yek ji mijarên herî girîng tê dîtin ku dê ji hêla gavên yasayî yên nû yên ku dê li pey qanûna çarçoveyê werin avêtin, were çareser kirin.

Hêvî zêde bûne û niha çav li ser qonaxa duyem a pêvajoyê ne

Her çend pêşnûmaya çarçoveyê ya ku pêşkêşî Parlementoyê hatiye kirin, wekî yekem bingeha yasayî ya berfireh a ku ji aliyê partiyan ve hatiye lihevkirin tê dîtin jî, ew bi serê xwe wekî çareseriyeke dawî ji bo pirsgirêka kurd nayê dîtin.

Hem derdorên siyasî yên kurd, hem jî pisporên hiqûqî û parêzvanên mafên mirovan vê yasayê wekî pêngava yekem a di pêvajoyeke berfirehtir a demokratîbûn û aştiyê de dibînin.

Ji ber vê yekê, niha bal ne tenê li ser nîqaşên li Parlamentoyê ye, lê herwiha li ser wê yekê ye ku dê pêvajoya bêçekkirinê çawa were temamkirin, li ser pakêtên nû yên demokratîbûnê, û li ser egera tedbîrên ên derbarê girtiyên siyasî û kurdên li sirgûnê de ne.

Faktora herî girîng a di diyarkirina arasteya paşerojê ya pêvajoyê de dê gavên nû yên siyasî û yasayî bin ku ji aliyê partiyên têkildar ve tên avêtin.

Ji Qandîl, Ewropayê û Demîrtaş peyamên nirxandinê tên payîn

Piştî nirxandina pêşniyaryasayê di komîsyon û Civata Giştî de, her daxuyaniyeke derbarê paşeroja pêvajoyê de jî dê ji nêz ve were şopandin.

Bi taybetî, tê payîn ku nirxandinên ji Qendîlê, cihê ku serokatiya PKKê lê ye, ji derdorên siyasî yên kurd ên li Ewropayê, û ji Selahattîn Demîrtaş derbarê ka dê pêvajo çawa bi pêş ve biçe, nêrînên girîng pêşkêş bikin.