Piştî çarçove yasayê ya pêvajoya aştiyê yekem civîn pêk tê
Piştî ku pêşnûmaqanûna bo pêvajoya aştiyê di Parlamentoya Tirkiyeyê de hat pejirandin dê sibê saet di 15:00an de li Wezareta Karên Navxweyî civîneke lûtkeyê were lidarxistin. Tê payîn bi vê civînê qonaxeke nû di pêvajoya aştiyê de dest pê bike.
RûpelNews - Di bin "Qanûna Xurtkirina Hevgirtina Neteweyî û Yekbûna Civakî" de ku ji aliyê Parlamentoya Tirkiyeyê ve bi piraniya dengan hatibû pesendkirin yekem gav hat avêtin.
Li gorî daxuyaniya Wezareta Karên Navxweyî, piştî ku "qanûna çarçoveyê" ku bi dengê paprlamenteran bû yasa, Wezîrê Karên Navxweyî yê Tirkiyeyê Mustafa Çiftçi bi awayekî "lezgîn" parêzgar, serokên polîsan û fermandarên jendirmeyan ên her 81 parêzgehan ji bo civîneke Sîstema Konferansa Vîdyoyê (VKS) kom dikin da ku nexşerêya cîbicîkirina wê zelal bike.
Di vê civîna berfireh de, ku Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş jî dê bi xwe beşdar bibe, dê îradeya yasayî ya ku ji aliyê Parlementoyê ve tê temsîlkirin û desthilata cîbicîkar a ku ji aliyê rêveberiya herêmî ve li ser erdê tê temsîlkirin, li ser yek ekranê bên cem hev.
Wezîr Mustafa Çiftçi beriya lûtkeyê axivî û got, "Her kesek erka xwe di vê pêvajo de dê pêk bîne."
Yekîneyên Wezaretê derdikevin qadê
Di civînê de, dê ji parêzgarên hemû 81 parêzgehan were xwestin ku geşedanan di dema rast de bişopînin. Gotûbêj dê li ser gavên ku dê di dema pêvajoyê de werin avêtin, di nav de entegrasyona civakî, rehabîlîtasyon û parastina bi bandor a nîzamê giştî, bisekinin.
Hişyariya li dijî provokasyonê
Yek ji xalên herî krîtîk ên rojeva civînê dê pirsgirêkên potansiyel bin ku dibe ku parêzgar û saziyên ewlehiyê li ser erdê rû bi rû bimînin. Dê ji wan were xwestin ku li hember "provokasyonên muhtemel, pêlên dezenformasyonê, komên ku hewl didin pêvajoyê têk bibin, û bertekên li ser erdê" hişyar bimînin.
