Li Rojhilat Kurdistanê li dijî kurdan operasyon
Hate ragihandin ku hêzên ewlehiyê yên Îranê di dema operasyonên li ser malên wan de, Afşîn Tavasolî yê 50 salî li Mehabadê û Kamran Cangalî li Şinoyê girtine. Cihên ku her du welatî lê tên ragirtin û tohmetên li dijî wan nehatine eşkerekirin.
RûpelNews - Hate ragihandin ku du kes li bajarokên Mehabad û Şinoyê yên Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê hêzên Îranê ve hatine girtin.
Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê, Afşîn Tavasoliyê 50 salî di saetên serê sibê yên roja Çarşemê, 26ê Tebaxê de, di dema operasyoneke li ser mala malbata wî ya li Mehabadê de hat girtin.
Hat ragihandin ku hêzên ewlehiyê di dema girtina Tavasolî de tu biryara dadgehê pêşkêş nekirine û piştre ew birine cihekî nediyar.
HRANA jî di nûçeyeke cuda de ragihand ku Tavasolî hatiye girtin. Hat destnîşankirin ku ti agahî nîne ka Tavasolî li ku derê tê girtin, sedema girtina wî an jî tohmetên li dijî wî çi ne.
Her wiha hat ragihandin ku Kamran Cangalî, xelkê Şinoyê, êvara roja Duşemê 24ê Tebaxê di dema operasyoneke li mala wî de ji aliyê efserên Îstixbarata Îranê ve hat desteserkirin. Hat eşkerekirin ku Cangalî jî bo cihekî nediyar hatiye birin.
