Mûşekek li binkeyeke atomî ya Îranê ket

18 adar 2026 10:10

Ajansa Enerjiya Atomî ya Navneteweyî (IAEA) ragihand ku rayedarên Îranê agahî dane ku mûşekek li binkeya atomî ya yekane ya welêt a ku dixebite ketiye, lê ti zirar û ziyan çênebûye.

Mûşekek li binkeyeke atomî ya Îranê ket

RûpelNews - Di daxuyaniyeke ku ji navenda Ajansê ya li Viyanayê hat weşandin de, hat destnîşankirin ku agahî derbarê mûşekeke ku êvara Sêşemê li binkeyên atomî ya Buşehrê ketiye, hatine wergirtin. Daxuyaniyê diyar kir ku li binkeyê ti zirareke fîzîkî çênebûye û ti karmendan zerar nedîtine.

Rêveberê Giştî yê Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomî (IAEA) Rafael Grossî, di nirxandina xwe ya piştî bûyerê de, banga xwe ya ji bo xwekontrolê li nav aliyan ji bo pêşîlêgirtina qezayên atomî dubare kir.

Li gorî nûçeya AFPê, saziya çavdêriyê ya girêdayî Neteweyên Yekbûyî (NY) her wiha piştrast kir ku moşek li binkeya atomî ya li Îranê ketiye.

Yekane reaktora çalak a Îranê

Li gorî daneyên IAEAyê, binkeya Bûşehîrê a li başûrê rojavayê Îranê mazûvaniya yekane reaktora hêza atomî ya çalak a welêt dike û di sala 2011an de bi xeta elektrîkê ve hate girêdan.

Ji dema ku DYA di sala 2018an de ji peymanê vekişiya, Îran rastî cezayên giran hatiye. Lêbelê, hikûmeta Tehranê îdîa dike ku hilberanîna atomê ne bi mebesta leşkerî lê bi temamî bi aşitiyane tê kirin.