Îsraîlê li tesîsên atomî yên Îranê xist!
Hat ragihandin ku Îsraîlê li tesîsên atomî yên Îranê xistiye. Li bajarên ku tesîs lê ne, dengê teqînan hat bihîstin.
RûpelNews - Piştî daxuyaniya artêşa Îsraîlê ku dê li bakurê rojavayê bajarê Arakê û Herêma Pîşesazî ya Xeyrabadê ya li Îranê êrîşên hewayî pêk bîne, hat ragihandin ku Kompleksa Avê ya Giran a Hendabê ya li bajêr di du qonaxan de hatiye lêdan.
Li gorî Ajansa Nûçeyan a Fars a îranî, êrîşek li ser Kompleksa Avê ya Giran a Hendabê ya li bajarê Erakê, ku beşek ji Parêzgeha Navendî ya Îranê ye, hatiye kirin.
Cîgirê Waliyê Parêzgeha Navendî Hesen Kamerî, diyar kir ku Kompleksa Avê ya Giran a Hendabê ji aliyê Amerîka û Îsraîlê ve hatiye hedefgirtin û lê zêde kir ku di êrîşê de ti qurbanî an jî zirar çênebûye.
tekez kir ku ji bo xelkê herêmê rewşeke xeternak çênebûye.
Navenda hilberîna keka zer jî hat armanckirin
Rêxistina Enerjiya Atomî ya Îranê, di daxuyaniyekê de li ser platforma medyaya civakî ya Xê, ragihand ku Amerîka û Îsraîlê êrîşek li ser navendeke hilberîna kekê zer li navçeya Ardakanê ya Parêzgeha Yezdê pêk anîne.
Rêxistinê destnîşan kir ku piştî êrîşê tu rijandina radyoaktîf çênebûye.
Daxuyaniya General Macid Musavî
Fermandarê Hêzên Hewayî û Fezayî yên Supaya Pasdaran Macid Mûsavî, derbarê êrîşên Amerîka û Îsraîlê yên li ser binesaziya Îranê de got: "Vê carê, dê tolhildan bi tolhildanê nebe; tenê li bendê bin!"
Musavî her wiha got, "Xebatkarên şîrketên pîşesazî yên girêdayî Amerîka û rejîma Siyonîst divê demildest cihên karên xwe biterikînin da ku ewlehiya wan a şexsî nekeve xeterê."
