Reuters: Rêxistina Atomî ya Îranê dibêje, ew ê bihêle ku NY kargehên wê kontrol bike

14 berfanbar 2024 17:46
Reuters: Rêxistina Atomî ya Îranê dibêje, ew ê bihêle ku NY kargehên wê kontrol bike

PeyamaKurd – Li gorî Ajansa Reutersê; Serokê Rêxistina Enerjiya Atomî ya Îranê dibêje, ew ê rê bidin ku Yekîneya Çavdêriya Nukleerî ya Neteweyên Yekbûyî cihên wê kontrol bike.

Hefteya borî, Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê agihandibû ku Îranê leza zengînkirina xwe ya nukleerî heta %60 paqijiyê, ku nêzîkî %90ê pileya çekan, li Fordoyê zêde kiriye.

Serokê Rêxistina Enerjiya Atomê ya Îranê Mihemmed Îslamî li ser zarê medyaya Îranê gotiye “Me ti astengî ji bo çavdêrîkirin û kontrola ajansê çênekiriye û em ê nekin jî.”

Wî her weha gotiye, “Em di çarçoveya parastinê de tevdigerin û ajans jî li gorî rêziknameyê tevdigere - ne zêde, ne kêm.”