Parlamenterên Îranê ji bo rêkeftina atomî 6 merc danîn
PeyamaKurd – Parlamenterên Îranê îro Yekşemê nameyek ji Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî re şandin û ji bo îmzekirina rêkeftina vegera li peymana atomî 6 merc eşkere kirin.
Li gorî nûçeya ajansa fermî ya Îranê IRNAyê di nameya ku bi îmzeya 290 parlamenteran hatiye şandin de, hatiye gotin ku divê Amerîka û aliyên Ewropayê misogeriyên ku ji peymanê venegerin û dorpêçan ji nû ve li ser Tehranê nesepînin bidin.
Parlamenteran daxwaz kiriye ku ji serpêhatiyên berê ders werin standin û bêyî temînatên pêwîst ti rêkeftin neyê kirin û xetên sor ên netewî bên dayîn.
Herwiha hat xwestin ku Amerîka hemû dorpêçan ji ser Îranê rake û rêveberiya Îranê jî piştrast bike ku pereyên hinardeyên berhemên xwe werdigire.
Di nameyê de teknolojîya moşekan û mijarên li ser mafên mirovan hatine bibîrxistin û ji bo wê jî rakirina hemû dorpêçan wekî merc daniye.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin