Trump ji Îranê xwest bêmerc teslîm bibe

06 adar 2026 14:38

Serokê Dewletên Yekbûyiyên Amerîkayê (DYA) Trump diyar kir ku ji bilî teslîmiyeteke bêmerc, dê bi Îranê re ti peyman çênebe.

Trump ji Îranê xwest bêmerc teslîm bibe

RûpelNews - Serokê DYAyê Donald Trump di daxuyaniyekê de li ser platforma xwe ya medyaya civakî, Truth Social, derbarê pevçûna berdewam a bi Îranê re peyam dan.

Trump got, "Ji bilî TESLÎMBÛNA BÊMERC, dê bi Îranê re ti peyman çênebe," û wiha dewam kir:

"Ji niha û pê de, piştî rêberek mezin û qebûlkirî hat hilbijartin em û gelek hevpeyman û şirîkên me yên newaze û wêrek, dê bênavber bixibitin ku Îranê ji qeraxê xirabûnê xilas bikin. Em dê wê weke aborî ji caran mezintir, baştir û bihêztir bikin. ÎRAN DÊ BIBE XWEDÎ PÊŞEROJEK NEWAZE. ‘ÎRANÊ CAREK DIN MEZIN BIKE (MIGA)’. Spas ji bo eleqeya we ya ji bo vê mijarê! Serok DONALD J. TRUMP."