Trump: Karbidestên Amerîkî bi şandeya Îranê re civiyan
Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku karbidestên Amerîkî û nûnerên şandeya Îranê li New Yorkê civînek pêk anîn ku nêzîkî sê saetan dom kir.
RûpelNews - Trump, ku ji bo rûniştina 81emîn a Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî li New Yorkê ye, di dema hevdîtina xwe ya bi Serokê Ukraynayê Volodimir Zelenskiy re, bersiva pirsên têkildarî mijara Îranê da.
Trump bi bîr xist ku karbidestên Amerîkî îro zû bi nûnerên Îranê re civiyane û diyar kir ku civîn nêzîkî sê saetan dom kiriye û demek kurt beriya niha bi dawî bûye.
Trump civîn wekî civîneke ku "gelek baş" derbas bûye pênase kir û matmayîna xwe anî ziman ku çima Tehran naxwaze bigihîje rêkeftinekê.
Trump helwesta xwe ya tund a derbarê Îranê de domand û anî ziman ku divê bi Tehranê re rêkeftinek pêk were; herwiha wî hişyariya xwe dubare kir ku eger ev yek pêk neyê, Îran dê rûbirûyê encamên giran bibe.
