Mûsewî: Îranê vebijarka veksîna ji Rêkeftina Atomî jî daye pêsiya xwe
PeyamaKurd - Berdevkê Wezareta derve ya Îranê Ebbas Mûsewî ragihand, ku ger welatên Ewropayê sozên xwe bicîh neyînin, Komara Islamî ya Îranê vebijarka vekşîna ji Rêkeftina Atomî jî daye pêşiya xwe.
Mûsewî diyar kir, ku civîna ku niha li paytexta Nemsa (Austria) Viyanayê lidar dikeve, pêngava dawîn a sebra Îranê ye. Di civînê de berpirsên Brîtanya, Fransa, Rûsya, Çîn û Îranê amade ne. Li gor Mûsewî encamên vê civînê, dê helwêst û sekna Îranê jî diyarde bikin.
Berdevkê wezareta derve anî ziman, ku welatên beşdar soz dan e Îranê, ku alîkariyê bikin, ji bo dorpêçên Amerika lawaz bimîn in. Lê eger van sozên xwe bicîh neyînin, vekşîna ji Rêkeftina Atomî wekî vebijarkeke Îranê ye.
Li gor Mûsewî, sebra Îranê nema ye û encamên Civîna Viyana ji bo Îranê gelek girîng in.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin