Netanyahû êrîsa ser Hewlêrê bi bîr xist û xwest rêkeftina atomî bi Îranê re neyê kirin

14 adar 2022 19:50
Netanyahû êrîsa ser Hewlêrê bi bîr xist û xwest rêkeftina atomî bi Îranê re neyê kirin

PeyamaKurd - Serokwezîrê Berê yê Îsraîlê Benyamin Netanyahu, bal kişand ser êrîşa bi moşekên balîstîk a Îranê bi ser Hewlêrê de û got, êdî danûstandinên ji bo peymana atomî ya ligel Îranê “beradayî” ne.

Serokwezîrê Berê yê Îsraîlê Benyamin Netanyahu li ser hesabê xwe yê Twitterê bi zimanên Îngîlîzî û Îbranî 2 vîdyo belav kirin û rexneyên tund li pêkanîna rêkeftineke atomî ligel Îranê kir.

Serokwezîrê Berê yê Îsraîlê, rexne li hêzên navdewletî girtin ku piştî êrîşa li ser Hewlêrê jî hevdîtin û danûstandinên ligel Îranê berdewam dikin û biryara dirêjîdana bi danûstandinan li gel Îranê li Viyanayê jî wek “beradayî” bi nav kir.

Netanyahû êrîşa li ser Hewlêrê bi bîr xist ku Supaya Pasdaran li xwe girtibû û wiha got: “Îranê doh moşek avêtin herêma nêzikî Konsulxaneya Amerîkayê ya li Iraqê û Amerîka ligel aliyên din berdewam e li ser hewlên xwe ji bo îmzekirina rêkeftineke atomî ku dê cebilxaneyeke atomî bide Ayetullahan.”

Netanyahu bal kişand ser metirsîyên rêkeftina atomî û diyar kir, ji bilî rakirina sizayan, di heman demê de dê bi sedan milyar dolaran bidin ji bo ku terora xwe ya her roj li Rojhilata Navîn û cîhanê berdewam bikin. Ev rêkeftin ji ya berê jî xerabtir e, ji ber ku di çarçova vê rêkeftinê de Îran di nava 3 salan de dê bigihîje ber keviya dewleteke atomî. Dê bibe xwedî uranyuma meyandî ku têrî çêkirina bombeyên atomî dike û ji bo ku wan bigihîjîne cihekî Amerîkayê dê bibe xwedî moşekên balîstîkî (ICBM).”

Netanyahu nerazîbûna xwe li ser danûstandinên ligel Îranê anî ziman û got: “Tiştekî ku nayê qebûlkirin. Ev dê ne tenê Îsraîlê, dê Amerîka û hemû cîhanê bixe metirsiyê. Divê em rê nedin dewleteke êrîşkar û agresîf û terorê ya wek Îranê bibe xwedî çekên atomî. Gelo me qet ders wernegirtiye?