Dronên ku hewla êrîsa Balafirgeha Hewlêrê kirin hatin xistin: 'Hewlêr naheje û bihêz e'
PeyamaKurd – Şeva borî bi du dronan êrîşek li dijî Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê hat kirin ku her du dronên bombebarkirî ji aliyê sîstemên berevaniyê yên hêzên Amerîkayê ve hatin pûçkirin.
Dije-Terora Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihand ku bi rêya dronên bombekirî êrîş li ser Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê hat kirin.
Hat diyarkirin ku dron ji aliyê hêzên hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ve li nêzîkî balafirgehê hatine xistin û êrîş negihîştiye armanca xwe.
Li ser cihên ku dron hatine firandin lêkolîn berdewam dikin.
Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw piştî êrîşê li ser Facebookê da xuyakirin ku ji ber êrîşê ti zirareke canî çênebûye û got: “"Hewlêr naheje û bihêz e. Spasiya hemû hêzan dikin û vê carê jî weke her carê neyar û dijminan ev hewldanên xwe bi ser nexistin. Hewlêr xwedî xwedan û aram e û dê her aram be. Li benda ragihandina li Dije-Terora Kurdistanê bisekinin û nûçeyên pûşbûna dijminan radigihînin."
Hat ragihandin ku piştî wê êrîşê seferên li Balafirgeha Hewlêrê ji nû ve asayî bûne û ti seferek nehatiye paşxistin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin