Ji Dijeterora Kurdistanê daxuyaniya îdiayên êrîsa dronî li ser Balafirgeha Hewlêrê: Bêbingeh û nerast in!
PeyamaKurd - Dijeterora Kurdistanê li ser nûçe û îdiayên ku îro 31ê Çile bi dronan êrîşî Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê hatiye kirin daxuyanî da.
Dijeterora Kurdistanê red kir ku êrîşî Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê hatiye kirin û ragihand, ew nûçeyên behsa êrîşeke dronî li ser Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê dikin bêbingeh in, nerast in û ji aliyê dilxwazên armanckirina Hewlêrê ve hatine belavkirin.
Di daxuyaniya Dijeterora Kurdistanê de wiha hate gotin: “Îro (Çarşem, 31.1.2024) hejmareke medya û kanalên navxweyî, ku gelek dilxwazên armanckirina Hewlêrê ne, bê piştrastkirin û lidûçûna medyayî, nûçeyek belav kirine ku qaşo îro bi dronên bombekirî êrîşî Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê hatiye kirin. Ev nûçe bêbingeh û nerast e û çi êrîş nehatine ser Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê”.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin