Sê dronên bombebarkirî li ser Hewlêrê hatin xistin
Yekîneya Dijîterora Kurdistanê vê sibehê ragihand ku sê firokeyên bêmirov ên bombebarkirî ji aliyê hêzên koalîsyonê ve li ser Hewlêrê hatine xistin.
RûpelNews - Di daxuyaniyeke ku ji aliyê Dijîterora Kurdistanê ve hat weşandin de, hat ragihandin ku hêzên koalîsyonê vê sibê di saet 02.08an de sê dronên bi teqemeniyan barkirî li ser Hewlêrê xistine.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di dema xistina dronan de ti ziyanên canî çênebûne.
Piştî xistina dronan, li deverên cuda yên Hewlêrê teqîn hatin bihîstin. Hejmareke mezin a niştecihan wêne û vîdyoyên kêliya xistina balafiran li ser hesabên xwe yên medyaya civakî parve kirin.
Zêdetirî hezar êrişan li ser Herêma Kurdistanê hatin kirin
Di heman demê de, çend roj berê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, di hevpeyvînekê de bi dezgeheke medyayê ya bi zimanê erebî re diyar kiribû ku ji destpêka şer ve li herêmê zêdetirî hezar dron ber bi Herêma Kurdistanê ve hatine arastekirin.
