Dîsa li Hewlêrê êrişî Komeleyê hat kirin: 5 dron hatin xistin

28 tîrmeh 2026 08:35

Şeva borî bi dronan êrişî baregehên Komele û PDK-Îyê yên li Hewlêrê hat kirin. Hinek dron li Dola Alaneyê û Kampa Cejnîkanê ketin xwarê û dronek jî li asmanê Xelîfanê hat xistin.

Dîsa li Hewlêrê êrişî Komeleyê hat kirin: 5 dron hatin xistin

RûpelNews - Endamê Komîteya Navendî ya Komeleyê Emced Husên Penahî ragihand ku bi du dronan êrişî Komeleyê hatiye kirin û got:  "Êriş demjimêr 00:20î li ser Dola Alaneyê hat kirin lê ti zererên canî çênebûn."

Penahî her wiha da zanîn ku ji destpêka şer ve bi zêdetirî 95 mûşek û dronan baregehên Komeleyê hatine hedefgirtin.

Êrişa li ser PDK-Îyê

Çavkaniyeke ji Partiya Demokrat a Kurdistanê-Îran (PDKÎ) jî ragihand: "Îşev demjimêr 00:30î du dron li nav Kampa Cejnîkanê ya li rojhilatê Hewlêrê ketin xwarê lê ti zererên canî nînin."

Kampa Cejnîkanê cihê mana beşek ji malbat û xizmên Pêşmerge û kadroyên PDK-Îyê ye.

Piştî destpêkirina şerê Îranê yê li gel Amerîka û Îsraîlê kamp hatibû valakirin.

Agir bi zeviyan ket

Hat ragihandin ku li Dola Alaneyê û gundekî qezaya Xelîfanê li sê cihan ji ber xistina dronan agir derketiye. Li gorî zanyariyan inek perçeyên wan dronên ku hatine têkbirin ketine hewşên malan. (Rûdaw)