Êrişî baregeha Heşdî Şebiyê hat kirin
Li bajarokê Pirdê yê Kerkûka Herêma Kurdistanê du çekdarên nenas gule li baregeheke Heşdî Şebiyê barandin.
RûpelNews - Di vê êrişê de çekdarek mir û çekdarekî din jî bi giranî birîndar bû. Êriş berê sibehê çêbû
Li gorî nûçeya Rûdawê, îro berê sibehê demjimêr 02:00yan du çekdarên li ser motorsîkletekê gule li parêzvanên baregeha yekîneyeke Lîwaya 16an a hêzên Heşdî Şebiyê barandine.
Di êrişê de çekdarê bi navê Elî Behcet miriye û çekdarekî din jî birîndar bûye ku birîna wî giran e. Li gorî zanyariyan, çekdarên wê baregehê “Heşda Tirkmenan” in û fermandarê wan Elî Bexdadî ye.
Heta niha ew her du kesên ku êrişî baregeha Heşdî Şebiyê kiriye nehatine girtin lê hêzên ewlehiyê çûne cihê bûyerê.
Her wiha Fermandarê Operasyonên Kerkûkê jî çûye herêmê. Sedema êrişê hêj nehatiye ragihandin. Ji bo girtina êrişkaran hêzeke zêde ya ewlehiyê li Pirdê hatiye belavkirin.
Bajarokê Pirdê ji aliyê îdarî ve girêdayî qezaya Dubizê ya li bakurrojavayê Kerkûkê ye.
Piraniya şêniyên Pirdê kurd û tirkmen in.
Pirdê 40 kîlometreyan ji navenda Kerkûkê û 50 kîlometreyan jî ji navenda Hewlêrê dûr e.
