Baregeha Serokê Heşdî Şebî hate bombebarankirin
Baregeha Serokê Desteya Heşdî Şebî Falih Feyaz, li parêzgeha Nînowayê hate bombebarankirin.
RûpelNews - Baregeha, Serokê Desteya Heşdî Şebî Falih Feyaz li Nînowayê (Mûsil) hate bombebarankirin. Heta niha derbarê qurbaniyan û zerarên madî yên ji ber êrîşê de ti agahiyeke zelal nehatiye parvekirin.
Çavkaniyeke ewlehiyê li Nînowayê, ji medyaya Iraqê re ragihand ku baregeha Falih Feyaz, li parêzgehê bûye hedef.
Çavkaniyê ewlehiyê diyar kir, "Baregeh li Taxa Erebî ya li aliyê çepê yê Mûsilê ye. Falih Feyaz dema ku serdana Nînowayê dike, li vê baregehê dimîne."
Her çend hîn ne diyar e ka di êrîşê de qurbanî çêbûne an na, hatiye ragihandin ku avahî zirareke madî li ber ketiye. Baregeha sereke ya Falih Feyaz, a ku ew wek Serokê Desteya Heşdî Şebî bi kar tîne, li Bexdayê ye.
Bombearanên dijwar li dijî hêzên Heşdî Şebî
Di 24 saetên borî de, li dijî navendên komên girêdayî hêzên Heşdî Şebî li parêzgehên Enbar, Nînowa, Babil û Selahadînê rêze êrîş hatin pêkanîn.
Di êrîşa li Enbarê 14 endamên Heşdî Şebî, di nav de fermandarê operasyonan jî hebûn, hatin kuştin.
