Hat îdîakirin ku artêşa Îranê êrişî binkeyên Amerîka yên li Hewlêrê kir
Artêşa Îranê ragihand ku wê baregeheke Amerîkayê ya li Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê kiriye aramanc, çavkaniyên ewlehiyê ragihandin ku dron û mûşek hatine bêbandor kirin.
RûpelNews - Di daxuyaniyeke ku vê sibehê hat weşandin de, artêşa Îranê ragihand ku moşekeke ber bi armanceke leşkerî ya hêzên Amerîkayê li Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê hatiye avêtin. Di daxuyaniyê de hat îdiakirin ku herêma hatî armancgirtin wek navendeke girîng a piştgirî û fermandariyê ji bo hêzên Amerîkayê kar dikir û sîstemên leşkerî yên pêşketî lê bi cih bûbûn.
Îdiaya "komên cudaxwaz"
Îranê îdia kir ku herêma navborî mazûvaniya komên opozîsyonê yên li Rojhilatê Kurdistanê jî dike, û anî ziman ku ev kom li ser sînorên rojava û bakurê rojava yên welêt dibin sedema bêîstiqrariyê.
Nirxandina çavkaniyên ewlehiyê
Heta niha ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê an jî Hêzên Hevpeymanan ve derbarê êrîşê de ti daxuyaniyeke fermî nehatiye dayîn. Lêbelê, çavkaniyên ewlehiyê ragihandin ku çar moşek û pênc balafirên bêmirov ên ku ber bi Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê ve diçûn, ji aliyê sîstemên parastina hewayî ve hatine îmhakirin.
