Îranê li Ûrdunê êrişî binkeyên leşkerî yên Amerîkayê kir
Îranê ragihand ku wê wek bersiv li dijî êrîşa DYAyê ya li ser Girava Lark a nêzîkî Tengava Hurmizê, êrîşeke tolhildanê pêk aniye. Sûpaya Pasdarên Îranê ragihandin ku droneke DYAyê ya MQ-9 Reaper li ser Tengava Hurmizê hatiye xistin û du baregehên hewayî yên DYAyê li Urdunê bi mûşekên balîstîk hatine armancgirtin.
RûpelNews - Îranê îdia kir ku baregehên hewayî yên Qral Huseyn û Mûwaffeq Saltî hatine armancgirtin û baregehan zirareke mezin dîtine.
Lêbelê, artêşa Ûrdunê ragihand ku heşt mûşekên ku ketibûn asîmana welêt, ji aliyê sîstemên parastina hewayî ve hatine astengkirin. Derbarê cihê derketina mûşekan de ti agahî nehat dayîn.
Îranê herwiha îdia kir ku êrîşa DYAyê ya li ser Girava Larkê ji Urdunê hatiye kirin. Derbarê van îdiayan an jî encamên êrîşan de ti piştrastkirineke serbixwe tune ye.
