Îranê dîsa êrişî Herêma Kurdistanê kir
Li gorî zanyariyên dawî, şevê din ji aliyê Îran an jî hêzên ser bi Îranê ve bi sê dronan êrişî Herêma Kurdistanê hat kirin. Li gorî zanyariyan, ji sê dronan du dron hatin xistin. Hat ragihandin ku di êrişên Îranê de baregehên Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) hatine armancgirtin.
RûpelNews - Tevî proseya agirbesta di navbera Amerîka û Îranê de jî êrişên li ser Herêma Kurdistanê ji aliyê Îranê ve ranawestin. Endamê Serkirdayetiya Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) Edîb Xalid, ragihand ku baregeheke wan a li nêzîkî herêma Dareşekranê bi 3 dronan hatiye bombebarankirin.
Xalid got ku pêleke êrişa bi dronan li baregeha Çemşar a Artêşa Milî ya Kurdistanê hatiye kirin. Ev baregeh li nêzîkî Dareşekranê, li herêma Ziraretî ya Hewlêrê ye.
Heta niha zanyariyên hûr li ser zererên êrişê nehatine belavkirin.
Du dronên din ketin xwarê
Her şevê din 2 dronên din li sînorê parêzgeha Hewlêrê ketin xwarê. Çavkaniyekî ji Îdareya Nahiyeya Basirmeyê ya parêzgeha Hewlêrê gotin ku, di saetên êvarî de dronek li nêzîkî gundê Babe Jîskê yê nahiyeyê ketiye xwarê.
Hevdem droneke din jî li nahiyeya Rizgariyê ya qezaya Xebatê ya parêzgeha Hewlêrê ketiye xwarê.
Hat destnîşankirin ku ketina wê dronê jî nebûye sedema ti zereran.
Li hemberî êrişên Îranê, partî û fraksiyênên Rojhilatê Kurdistanê bang li kurdên dîasporayê kir ku çalakiyan bikin û bertekan nîşanî Îranê bidin.
Ji aliyê din ve serok û rêveberên Herêma Kurdistanê çendîn caran ragihandin ku Herêm ne aliyek şer e û bertek nîşanî êrişan dan û bang li Bexda, Tehran û hêzên navdewletî kirin û pêşiya êrişan bigirin.
