Mûşekeke din ji Îranê bo Tirkiyeyê hate avêtin

30 adar 2026 17:39

Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê ragihand ku mûşekeke balîstîk a ku ji Îranê hatibû avêtin û ketibû nav qada asmanî ya Tirkiyeyê, ji aliyê hêzên parastina hewa û mûşekî yên NATOyê yên li Rojhilatê Deryaya Spî de hat xistin.

Mûşekeke din ji Îranê bo Tirkiyeyê hate avêtin

RûpelNews - Wezaret Parastinê ya Tirkiyeyê di daxuyaniyê de got:

"Mûşekeke balîstîk a ku hat tespîtkirin ji Îranê hatiye avêtin û ketiye nav qada asmanî ya Tirkiyeyê, ji aliyê hêzên parastina hewa û mûşekî yên NATOyê yên li Rojhilatê Deryaya Spî bi cih bûne, hatiye bêbandor kirin."

Daxuyanî wiha berdewam kir:

"Li dijî her gefeke ku li ser ax û asmanê welatê me be, tedbîrên pêwîst bi biryardarî û bê dudilî tên girtin, û hemû geşedanên li herêmê bi pêşîniya ewlehiya neteweyî ji nêz ve tên şopandin."

Ev mûşeka çaremîn a Îranê bû ku piştî ketina nav qada asmanî ya Tirkiyeyê hat xistin.