Geştên fîrmaya Îranê yên bo Tirkiyeyê hatin sekinandin
Piştî pakêta nû ya cezayên DYAyê ya li dijî Îranê, geştên bo Tirkiyeyê yên ku ji aliyê fîrmaya îranî Mahan Air, hatin sekinandin. Hat ragihandin ku dê destûr neyê dayîn ku fîrma geştên bo Stenbol û Wanê bike.
RûpelNews - Piştî pakêta nû ya ambargoyan a ku di 8ê Îlonê de ji aliyê Ofîsa Kontrolkirina Hebûnên Biyanî (OFAC), beşek ji Wezareta Xezîneyê ya DYAyê ve hat ragihandin, derbarê operasyonên Mahan Air ên li Tirkiyeyê, ku yek ji firokexaneyên pêşeng ên Îranê ye, biryareke nû hatiye girtin.
Li gorî vê biryarê, geştên Mahan Air ên ber bi Tirkiyeyê ve hatine rawestandin. Rawestandina geştên şîrketa hewayî, bi taybetî li ser xetên Stenbol û Wanê, herwiha bandor li ser sefera hewayî ya di navbera Îran û Tirkiyeyê de jî kiriye.
Mahan Air ev demek e di lîsteya cezayan a DYAyê de ye. Rêveberiya DYAyê şîrketê bi meşandina çalakiyên girêdayî Sûpaya Pasdaran a Îranê tawanbar dike. Şirket û hikûmeta Îranê, di rabirdûyê de, li dijî polîtîkayên cezayan ên DYAyê derketibûn.
Bi biryara cezayan a herî dawî re, hêj ti dîrok nehatiye ragihandin ka dê kengê operasyonên Mahan Air ên li bazara Tirkiyeyê ji nû ve dest pê bikin.
