Rêhewaya Tirkiyeyê geştên xwe yên ji bo Herêma Kurdistanê û Iraqê betal kirin

02 îlon 2026 10:07

Rêhewaya Tirkiye (THY), AJet û Pegasus bi awayekî demkî hin geştên xwe yên ji bo Herêma Kurdistanê û Iraqê betal kirin. Ji ber van betalkirinê, hejmareke mezin a rêwiyan li balafirgehên Hewlêr û Silêmaniyê asê man.

Rêhewaya Tirkiyeyê geştên xwe yên ji bo Herêma Kurdistanê û Iraqê betal kirin

RûpelNews - Li gorî ekranên agahdariya firînan ên li Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê, firînên ku ji bo îro ji aliyê THY, AJet û Pegasusê ve hatibûn plankirin hatine betalkirin.
Li Balafirgeha Navneteweyî ya Silêmaniyê ya Celal Talabanî hat ragihandin ku geşta AJet a ku di saet 09:00an de bû, li ser daxwaza şîrketê hatîye betalkirin. Lêbelê, tê payîn ku geşta Pegasus a ku di saet 02:00'an de ye, li gorî bernameya heyî pêk were.

Rêwî li balafirgehan li bendê ne

Hin rêwiyên ku ji ber betalkirinan bandor bûne, hêrsbûna xwe anîn ziman û diyar kirin ku ew berê nehatine agahdarkirin.

Fly Erbil firînên xwe didomîne

Di vê navberê de, şîrketa hewayî ya herêmî Fly Erbil ragihand ku ew firînên xwe didomîne.
Li gorî nûçeya Rûdawê Rêveberê Giştî yê şîrketê, Lawand Memundi, diyar kir ku dê her çar firînên ku ji bo îro hatine plankirin pêk werin, ku sê ji wan ber bi Almanyayê ve û yek jî ber bi Tirkiyeyê ve ne. Memundi got ku ew geşedanên li herêmê dişopînin lê di vê qonaxê de ti betalkirina firînan çênebûye.

Rîskên ewlehiyê wek sedema betalkirinan hatin nîşandan

Tê ragihandin ku ji ber aloziyên zêde yên li Rojhilata Navîn û rîskên ewlehiyê yên li herêmê, firîn hatine betalkirin.

Balyozxaneya Amerîkayê ya li Îsraîlê jî şeva borî hişyariyeke ewlehiyê weşand, tê de destnîşan kir ku alozî li herêmê dibe ku ji nû ve giran bibin û hişyarî da ku dibe ku di sefera hewayî de astengî û betalkirin çêbibin.

Hêj demeke diyar nehatiye ragihandin ka dê firokexaneyên Tirkiyeyê heta kengî firînên xwe rawestînin. Tê payîn ku firîn li gorî rewşa ewlehiyê ya li herêmê ji nû ve bên nirxandin.