Ji Iraqê ber bi Tirkiyeyê xeta nû ya neftê: di Herêma Kurdistanê de derbas nabe

19 tîrmeh 2026 19:54

Geşedanên şerê navbera Dewletên Yekbûyî yê Amerikayê (DYA) û Îranê, welatên herêmê yên ku aboriya wan pişta xwe dispêre neftê, neçarî lêgerînên nû dike. Iraqê biryar da ku di demeke kurt de ber bi bendergehên Tirkiye, Sûriye û Urdunê ve xetên nû yên boriyên neftê ava bike.

Ji Iraqê ber bi Tirkiyeyê xeta nû ya neftê: di Herêma Kurdistanê de derbas nabe

RûpelNews - Ji ber krîz û dorpêça li Tengava Hurmuzê, Iraq xebatên avakirina xeta boriyê ya neftê ya ber bi bendergehên Deryaya Spî yên li Tirkiye û Sûriyeyê bilez dike. Tê plankirin ku ev xet ji herêmên neftê yên Besra û Kerkûkê dest pê bike û bigihêje Ceyhana Tirkiyeyê û bendergeha Baniyasê ya di navbera Tartûs û Lazikiyeya Sûriyeyê de. Di qonaxeke din de, tê fikirîn ku xet heta bajarê Eqebeyê ya li ser sînorê Deryaya Sor a Urdunê were dirêjkirin.

Lêgerîna lezgîn a rêyên nû yên hinardekirinê

Wezîrê Neftê yê Iraqê Besîm Mihemmed Hudeyir ji ajansa nûçeyan a fermî INAyê re ragihand ku lêkolînên li ser fîzîbîlîteya vê xetê berdewam dikin û stratejiya wan a ji bo dîtina rêyên nû zelal e. Aboriya Iraqê bi giranî girêdayî bazirganiya neftê ye û di demên asayî de ji sedî 90ê dahata dewletê ji neftê tê. Li welat, mûçeyên zêdetirî 10 milyon kesî ji budceya dewletê tê dabînkirin. Ji ber ku Tengava Hurmuzê di bin dorpêçê de ye, hikûmet neçar e rêyên alternatîf bibîne; lê belê rîska êrîşên Îranê yên li ser xetên boriyan hîn jî berdewam dike.

Xeta ku 23 sal in naxebite dîsa çalak dibe

Niha hikûmet xeteke heyî ya ku di ser Herêma Kurdistanê re derbasî Tirkiyeyê dibe bi kar tîne. Xeteke din a ber bi Tirkiyeyê ve ku di nav axa Herêma Kurdistanê re derbas nabe, di qonaxa dawî ya ceribandinê de ye û wê di rojên pêş de bikeve meriyetê. Li aliyê din, nûnerên Iraq û Sûriyeyê di dema serdana Serokwezîrê Iraqê Elî el-Zeydî ya ji bo Waşîngtonê de, ji bo çalakkirina xeteke kevn a ku rojane kapasîteya wê 700 hezar varil e, daxuyaniyeke niyetê îmze kirin. Ev xet ji sala 2003yan ve, ji dema dagirkeriya DYAyê ve xera bibû û di bin serkêşiya kompanyaya Chevron de wê were nûkirin. Hewlên li herêmê di bin bandora şer de ne û kompanyayên wekî HKN Energy û Dana Gas ji ber êrîşan xebatên xwe bi awayekî demkî rawestandine.