Karsazê kurd Hamdî Ulukaya biryar da ku li Tirkiyeyê veberhênanê bike
Karsazê kurd ê damezrîner û CEOyê Chobaniyê Hamdî Ulukaya, biryara xwe ya veberhênana li Tirkiyeyê ragihand.
RûpelNews - Hamdî Ulukaya, damezrînerê Chobaniyê ragihand ku ew amadekariyê dike ku li Tirkiyeyê veberhênanê bike.
Wekî bersiv ji bo pirsa Forbes Tirkiyeyê, "Hûn zêdetir serdana Stenbolê dikin, lê li vir ti veberhênanên we nînin. Gelo hûn veberhênana li Tirkiyeyê difikirin?" Ulukaya wiha bersiv da: "Belê… Min êdî biryara xwe bi awayekî teqez daye."
Ulukaya tekez kir ku ew di biryara xwe ya veberhênanê de nêrîneke demdirêj dişopîne û got, "Ez biryaran zû didim, lê ez demdirêj difikirim. Di demeke dirêj de, veberhênana herî biaqil piştî DYAyê li Tirkiyeyê ye."
Hêj ne diyar e ka dê Chobani li Tirkiyeyê veberhênaneke rasterast bike an jî bi pargîdaniyeke ku jixwe li welêt hilberînê dike re bibe hevpar.
Peymana 120 milyon euroyî bi Fenerbahçeyê re
Ulukaya, ku di sala 1972an de li Erzinganê ji dayik bûye, piştî qedandina xwendina xwe ya zanîngehê bar kir DYAyê. Karîyera xwe ya pîşeyî li wir domand, Ulukaya di sala 2007an de markaya Chobani damezrand. Ji wê demê ve, şîrket bûye yek ji markayên pêşeng ên di bazara mastî ya DYAyê de.
Ulukaya par piştî peymaneke sponsoriyê ya bi Fenerbahçeyê re, careke din hatibû rojevê. Di pakêta 120 milyon euroyî de, navlêkirina Stadyuma Şukru Saracoglu wekî 'Stadyuma Chobani' ji bo 10 salan û bûna Chobani wek sponsora kirasê ji bo maçên Ewropayê hene.
Li gorî daneyên Lîsteya Milyarderên Forbesê, Ulukaya, bi serweteke 11.3 milyar dolarî, wek kesê herî dewlemend ê Tirkiyeyê tê tomarkirin.
