Karsazê Kurd Ulukaya bû Serokê Konseya Karsazî ya Amerîka û Tirkiyê
PeyamaKurd – Karsazê Kurd Hamdî Ulukaya ku li Amerîkayê dijî û bi eslê xwe ji Erzîngan a Bakurê Kurdistanê ye, bû serokê konseya Kar a Amerîka-Tirkiye ya sala 2013an ji aliyê Odeya Bazirganiya Amerîkayê ve hatiye damezrandin.
Konseya Karsazî ya Amerîka-Tirkiyê ragihand ku damezrînerê Kompaniya Chobanî û damezrînerê Hevkariya Konê ji bo Penaberan Hamdî Ulukaya bûye serokê nû yê konseyê.
Rêvebera Odeya Bazirganiyê ya Amerîkayê Suzanne P. Clark li ser hilbijartina Hamdî Ulukaya bo seroktiya konseya karsazîyê ya Amerîka-Tirkiyê got, Ulukaya nûnertiya ruhê karsaziya hevpar a cîhana karsaziya Amerîka û Tirkiyeyê dike.
Clark anî ziman ku Ulukaya dê hêza xwe ya dînamîk û pabendbûna xwe ya nûbûnê di têkiliyên dualî de nîşan bide û got: “Wek Odeya Bazirganiyê ya Amerîkayê, em li bendê ne ku bi Ulukaya re bixebitin û ev jî di demekê de ye ku em pêşveçûna bazirganî û weberhênanên Amerîka-Tirkiyê û bilezkirina hewildanên başbûnê yên piştî erdhejên wêranker ên meha Sibatê berdewam dikin.”
Hamdî Ulukaya jî diyar kir: "Ez şanaz im ku ez beşdarî Konseya Karsaziya Amerîka-Tirkiyê dibim da ku hevkariyê bikim û zanyarî û çavkaniyên xwe yên hevpar bi kar bînim da ku guhertinên erênî çêbike û cîhanek dadperwertir û domdar ji bo her kesî biafirîne."
Konseya Karsaziyê nûnertiya zêdetirî 100 kompaniyên Amerîkî û Tirkî dike û bazirganiya nêzîkî 35 milyar dolaran di navbera herdu welatan de pêk tîne.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin