Civaka karsazên kurd endameke xwe ya hêja winda kir: Nevîn İlê koça dawiyê kir
Seroka Civata Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê (DTSO) Nevîn Îl, ku demek bû ji ber nexweşiya penceşêrê dihat dermankirin, li nexweşxaneya Stenbolê koça dawî kir.
RûpelNews - Di daxuyaniyekê de ku ji aliyê DTSOyê ve hat weşandin, hat destnîşankirin ku Nevîn İl hefteya borî piştî teşhîsa zatureyê li nexweşxaneyeke Stenbolê hatibû razandin û ku wê li wir di dema dermankirinê de jiyana xwe ji dest da.
Wê di warê karsaziya jinan û xebatên civaka sivîl de roleke çalak lîst
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Nevîn Îlê gelek salan ji bo bilindkirina asta keda jinan, piştgirîkirina karsaziya jinan û xurtkirina têkoşîna birêxistinkirî ya jinan ked dabû dabû.
Hat tekezkirin ku Îl a ku du heyaman di lijneya DTSOyê de kar kiribû, her wiha di gelek rêxistinên civaka sivîl de jî roleke çalak lîstibû û bi vî awayî beşdarî jiyana civakî û aborî ya bajêr bûbû.
"Em gelekî xemgîn in"
Di daxuyaniya xwe de, DTSOyê destnîşan kir ku Nevîn Îl dê bi durustî, kedkarî, berhemdarî û ruhê xwe yê têkoşer were bibîranîn û sersaxiya xwe ji malbat, hezkirî, civaka karsaziyê û hemû kesên ku wê bi dilê xwe dixwestin re pêşkêş kir.
Di daxuyaniyê de her wiha hat ragihandin ku hûrgiliyên derbarê merasîma cenazeyê, amadekariyên veşartinê û bernameya sersaxiyê de dê di demek paşê de ji raya giştî re bên parvekirin.
