Civaka Kurd a li Almanyayê li dijî serdana Şera derket

30 adar 2026 19:19

Civaka Kurd a li Almanyayê diyar kir ku Serokomarê demkî yê Sûriyê Ehmed Şera berpirsiyarê tawanên şer e û ragihand ku ew "divê were darizandin û ne ku li serokwezîriyê were pêşwazîkirin."

Civaka Kurd a li Almanyayê li dijî serdana Şera derket

RûpelNews - Civata Kurdî ya li Almanyayê (KGD) bi tundî serdana Serokomarê demkî yê Sûriyê Ehmed Şera bo Berlînê rexne kir û ew bi tawanên şer û tawanên li dijî mirovahiyê tawanbar kir.

Serokê KGDyê Ali Ertan Toprak ji ajansa nûçeyan a AFPyê re got ku Şara berpirsiyarê komkujiyan, koçberkirina bi zorê û tundiya sîstematîk a li dijî sivîlan li Sûriyê ye. Wî destnîşan kir ku di nav qurbaniyan de kurd, kurdên êzidî, elewî, durzî û xiristiyan jî hebûn.

Toprak diyar kir ku ji dema Şera desthilatdar bûye, milîsên dilsozê wî êrîşên armanckirî li dijî pêkhateyan kirine, darizandinên derveyî dadgehê kirine, bi hezaran kes bi zorê winda kirine û bi sed hezaran kes ji Helebê û derdora wê koçber kirine. Toprak herwiha got, "Di vê çarçoveyê de, em vê yekê bi tevahî qebûlnekirî û nerast dibînin ku rêberekî berê yê cîhadîst ê HTŞê, ku demeke dirêj ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve wekî rêxistineke terorîst dihat dîtin, li Almanyayê hatiye qebûlkirin û ji aliyê siyasî ve hatiye meşrûkirin."

Pevçûnên li Rojava

Toprak tekez kir ku diviyabû hikûmeta alman, Şara bi protokola dîplomatîk a herî bilind pêşwazî nekira û tekez kir ku Şara xwedî ti meşrûiyeta demokratîk nîne. Toprak got, "Cihê Şara ne li ofîsa serokwezîriyê ye, lê li dadgehê ye," û lê zêde kir ku ew ji siyaseta hikûmeta alman a derbarê Sûriyê de "bi temamî dilşikestî" ne.

Toprak di navbera Şera û Serokomarê Sûriyê yê berê Beşar Esed de berawirdî kir. Toprak da zanîn ku Almanyayê derxistina Esed bi wê hincetê rewa dîtibû ku wî li dijî gelê xwe komkujî pêk anîne, û pirsî çima heman pîvan ji bo Şera nayê bikaranîn û got ku divê hikûmeta alman ji bo sîstemeke laîk, demokratîk û federal li Sûriyê hewl bide.

Plana dersînorkirinê ya Almanyayê

Toprak, amaje bi planên dersînorkirinê yên hikûmetê kir û diyar kir ku her çend Almanya bikare li ser vegera Şera û alîgirên wî danûstandinan bike jî, civakên wekî elewî, êzidî, durzî, xiristiyan û kurd divê neyên dersînorkirin û şandin Sûriyê. Wî tekez kir ku ev kom "di bin xetereyeke cidî de" dimînin.

Hevdîtina di navbera Serokwezîrê Almanua Friedrich Merz û Ehmed Şera de di rastiyê de ji bo meha Çileyê hatibû plankirin, lê ji ber şerê li Rojava di deqeya dawî de hatibû paşxistin.