Nêçîrvan Barzanî: Lindsey Graham dostekî hêja yê gelê Kurdistanê bû
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, li ser koça dawî ya Senatorê Komarî yê Amerîkayê Lindsey Graham peyameke sersaxiyê weşand.
RûpelNews - Di parvekirineke li ser hesabê xwe yê Xê de Neçîrvan Barzanî destnîşan kir ku Graham yek ji dostên herî girîng ên gelê Kurdistanê bû û wiha got: "Bi xemgîniyeke mezin ez bi koça dawî ya Senator Lindsey Graham haydar bûm. Ew dostekî hêja yê gelê Kurdistanê bû."
Barzanî di peyama xwe de tekez kir ku piştgiriya Graham ji bo Kurdistanê û parêzvaniya wî ya xurt dê her dem bi minetdarî were bibîranîn û sersaxiya xwe ji malbat, heval û hevkarên Graham re pêşkêş kir.
Nêçîrvan Barzanî wiha lê zêde kir: "Piştgiriya wî ya ji bo Kurdistanê û parêzvaniya wî ya bêdawî dê her dem bi minetdariyê were bibîranîn. Ez sersaxiya xwe ya herî kûr pêşkêşî malbat, heval û hevkarên wî dikim."
