Serok Barzanî: Lindsey Graham dostê gelê kurd bû
Serok Mesûd Barzanî piştî wefata Senatorê Komarî yê Amerîkî Lindsey Graham peyameke sersaxiyê weşand.
RûpelNews - Di daxuyaniyeke nivîskî de Serok Barzanî got ku wî bi xemgîniyeke mezin nûçeya koça dawiyê ya Graham bihîstiye û lê zêde kir: "Senator Lindsey Graham dostê gelê kurd bû."
Serok Barzanî tekez kir ku piştgiriya bêdawî ya Graham ji bo mafên rewa yên gelê Kurdistanê dê ti carî neyê jibîrkirin û got, "Navê wî û piştgiriya wî ya bêdawî ji bo mafên rewa yên gelê Kurdistanê dê her dem bi rêz û hurmeteke mezin ji aliyê gelê Kurdistanê ve were bibîranîn."
Di beşa dawî ya peyama xwe de Serok Barzanî sersaxî ji ji malbat, heval û hemû hezkiriyên Graham re xwest û hevxemiya xwe ji bo vê windahiya wî anî ziman:
"Ruhê wî şad be. Ez ji malbat û hezkiriyên wî re di vê dema dijwar de sebir, hêz û tehemulê dixwazim. Ez hevbeşê xema wan im."
