Forbes: Karsazê kurd Hamdî Ulukaya di rêzbendiyê de bilind dibe

14 nîsan 2026 17:02

Kovara Forbes a amerîkî lîsteya xwe ya mîlyarderên cîhanê nû kir. Hamdî Ulukaya di rêzbendiyê de bilind bû.

Forbes: Karsazê kurd Hamdî Ulukaya di rêzbendiyê de bilind dibe

RûpelNews - Kovara karsazî û aboriyê ya amerîkî Forbes, lîsteya xwe ya 'karsazên herî dewlemend' a ji bo meha Nîsanê nû kir.

Elon Musk bi ferqeke mezin wek kesê herî dewlemend ê cîhanê ma. Serweta Musk 803 milyar dolar e.

Larry Page bi 263 milyar dolarî di rêza duyemîn de ye û Jeff Bezos bi 250 milyar dolarî di rêza sêyemîn de ye.

Karsazê kurd Hamdî Ulukaya, ku markaya mastê herî populer ê amerîkayê Chobani hildiberîne, di rêzbendiyê de bilind bû. Ulukaya serweta xwe gihand 13.9 milyar dolarî û bi vê yekê di rêza cîhanî de cihê 206emîn girt.

Li Tirkiyeyê di serê lîsteyê de guhertin çênebû

Lêbelê, li Tirkiyeyê di serê lîsteyê de ti guhertin çênebû. Murat Ulker, bi serweteke 5.3 milyar dolarî, di rêza yekem de ma û di rêza cîhanî de cihê 806emîn girt.

Şaban Cemil Kazanci, di rêza 809an de ye û serwetê wî 5.2 milyar dolar e.

Serokê Renaissance Holding Erman Ilicak, bi serweteke 3.8 milyar dolarî di rêza 1,127an de ye.