Xelata "Serkeftina Taybet" ji karsazê Kurd Ulukaya re!

16 sibat 2023 13:41
Xelata "Serkeftina Taybet" ji karsazê Kurd Ulukaya re!

PeyamaKurd – Xelatên Anthem ku îsal cara duyemîn tê dayîn, hatin eşkerekirin. Ev xelat, wekî beşek ji Xelatên Webby ku ji hêla Akademiya Navneteweyî ya Huner û Zanistên Dîjîtal ve ku ji pisporên sektora dîjîtal û nûjenên di warê teknolojiyê de pêk tê, têne dayîn. Ji sala 1996-an vir ve, Xelatên Webby her sal di warên wekî malper, fîlm û reklamên serhêl, medya civakî û sepanên mobîl de ji baştirînên înternetê re têne dayîn.

Li gorî agahiyên li ser malpera Anthem Awardsê, Xelata Serkeftinê ya Taybet ji bo "karsaz, xêrxwaz, hunermend, muzîkjen, lîstikvan û rêberên bibandor, ji bo tevkariyên wan ên bi mîsyonên ji civakê re" tê dayîn.

Karsazê Kurd Hamdî Ulukaya, damezrîner û CEO yê Çobanî, îsal di nav xelatgiran de bû.

Di daxuyaniyekê de, Xelatên Anthem diyar kirin, karsazê Kurd Ulukaya "ji bo naskirina çawaniya avakirina Chobani, pargîdaniyek bêhempa ya serfiraz ku di bingeha wê de bandorek civakî ye" hate xelat kirin.

Herwiha di daxuyaniyê de hat diyarkirin, Hamdî Ulukaya destnîşan kir ku nêzîkatiya "dij-CEO" di mezinbûna bi lez a Çobanî de bi bandor bû. Hat destnîşankirin, Ulukaya li şûna ku pêşî li qezenca herî zêde ya hîsedarên şirketê bigire, girîngiyê dide xebatkarên kompaniyê, li herêmên ku kompanî lê dixebite alîkariyê dide civakê, di mijarên civakî de bi wêrekî helwest digire, girîngiyê dide hesap dayînê û berpirsiyariyê.

Hamdî Ulukaya di daxuyaniya xwe ya kurt a li ser malpera Anthem Awardsê de hevoka "Penaberan werbigrin, ji ber ku dema penaber karek bi dest xist, êdî ne penaber e" bi kar tîne.