Tirkiye: Herîkina neftê ji Iraqê ber bi Ceyhanê ve dê bidome

09 tîrmeh 2026 17:06

Wezîrê Enerjiyê yê Tirkiyeyê Alparslan Bayraktar ragihand ku herikîna petrolê ji Iraqê ber bi Ceyhanê ve (navçeyeke ji Tirkiyê) dê berdewam bike û got: "Em bi Iraqê re li ser xeta borî ya petrolê gihiştin qonaxa dawî ya peymanekê û em ê di rojên pêş de peymaneke ku 12 mehên bê li xwe digire îmze bikin."

Tirkiye: Herîkina neftê ji Iraqê ber bi Ceyhanê ve dê bidome

RûpelNews - Serokwezîrê Iraqê Ali el-Zayidi û Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Siruştî yê Tirkiyeyê, Alparslan Bayraktar îro li Bexdayê civiyan û derfetên hevkariyê di warên petrol û gaza siruştî de gotûbêj kirin.

Bayraktar qala xeta borî ya petrolê ya ji Iraqê ku Herêma Kurdistanê jî digire nav xwe kir û wiha got:

"Herikîna petrolê ji Iraqê ber bi Ceyhanê ve dê berdewam bike, me peymaneke ku 12 mehên pêş dihewîne gihandiye qonaxa dawî. Armanca me ew e ku di rojên pêş de em vê peymanê îmze bikin û bi raya giştî re parve bikin."