Vegerandina endamên DAIŞê yên ku biribûn Iraqê bo Tirkiyeyê dest pê kir

04 îlon 2026 20:52

Pêvajoya vegerandina welatiyên Tirkiyeyê yên endamên DAIŞê ku di destpêka sala 2026an de bi operasyoneke Amerîkayê ji girtîgehên Rojavayê bo Iraqê hatibûn veguhestin dest pê kir.

Vegerandina endamên DAIŞê yên ku biribûn Iraqê bo Tirkiyeyê dest pê kir

RûpelNews - Hat ragihandin ku koma yekem a endamên DAIŞê, yên ku berê li Girtîgeha Navendî ya Kerxê ya Bexdayê dihatin ragirtin, anîne Enqereyê. Herwiha lîsteyeke ku ji 184 welatiyên Tirkiyeyê yên ji Sûriyeyê bo Iraqê hatine veguhestin pêk tê, derket holê.

Hêjayî gotinê ye ku di lîsteyê de gelek kesên ku di lêkolîn û dozên mezin ên têkildarî DAIŞê yên li Tirkiyeyê de navê wan derbas dibe, cih digirin.

Savaş Yildiz, yê ku di doza Komkujiya Stasyona Trenê ya Enqereyê ya 10ê Cotmehê de wekî bersûcê reviyayî tê naskirin, di nav wan 184 kesan de ye; navê wî wekî kesê 80emîn di lîsteyê de cih digire.

Ji bilî Yildiz, rapor nîşan didin ku kesên din ên têkildarî êrîşa 10ê Cotmehê û lêkolînên cûrbecûr ên derbarê DAIŞê de li Tirkiyeyê, di nav kesên ku bo Iraqê hatine veguhestin de ne.

Herwiha derket holê ku Omer Deniz Dundar ku bersûcekî din ê reviyayî yê doza 10ê Cotmehê ye di meha Gulanê de ji Sûriyeyê ve bo Tirkiyeyê hatiye anîn.

"Emîrê Stenbolê" yê DAIŞê ye jî di lîsteyê de ye

Di lîsteya 184 kesan de Îlyas Aydin jî heye, yê ku wekî "Emîrê Stenbolê" yê DAIŞê tê naskirin û navê kod ê "Ebû Ubeyde" bi kar dianî.

Aydin, ê ku sala 2019an li Dêra Zorê hatibû girtin, li gorî agahiyan derbarê êrîşên Pirsûsê û Stasyona Trenê ya Enqereyê ya 10ê Cotmehê de agahiyên girîng dabûn.

Di lîsteyê de herwiha Mahmut Gazi Tatar yê ku bi hucreya DAIŞê ya li Adiyamanê ve girêdayî ye û Burak Hazar yê ku derbarê lêkolîna "Koma Sanayî" (Koma Pîşesaziyê) ya li Edeneyê de bi "Agahdariya Sor" a Interpolê dihat lêgerîn jî cih digirin.

Çima girtiyên DAIŞê bo Iraqê hatin veguhestin?

Pirsgirêkên ewlehiyê yên li girtîgehên herêmî û metirsiya revîna girtiyan wekî sedemên veguhestina endamên DAIŞê ji Sûriyeyê bo Iraqê hatin nîşandan.

Piştî gurbûna pevçûnan li bakurê rojhilatê Sûriyeyê û bûyerên revîna ji girtîgehê li navenda Şedadê di Çileya 2026an de, Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) operasyonek ji bo veguhestina girtiyên DAIŞê bo Iraqê da destpêkirin.

Di çarçoveya pêvajoya veguhestinê de, ku nêzîkî 23 rojan berdewam kir, zêdetirî 5 hezar û 700 girtiyên DAIŞê yên ji 67 welatan di nav de welatiyên Tirkiyeyê jî hebûn bo Iraqê hatin veguhestin.

Encumena Bilind a Dadweriyê ya Iraqê ragihand ku lêkolînên derbarê girtiyên DAIŞê yên ji Sûriyeyê hatine veguhestin de di 1ê Îlonê de bi dawî bûne û dosyayên dozê dê radestî dadgehan werin kirin.

Herçend koma yekem a welatiyên Tirkiyeyê bo Enqereyê hatibe anîn jî, hêj ne diyar e ku kesên din ên di lîsteyê de kengî dê vegerin Tirkiyeyê.