Tirkiye û Iraqê li ser Şengal û Başîqa-Zilkanê lihevkirin

23 îlon 2026 23:42

Tirkiye û Iraqê li ser bidawîanîna hebûna YBŞê ku komeke girêdayî PKKê ye li herêma Şengalê li hev kirin. Li gorî vê lihevkirinê, biryar hat dayîn ku hêzên Tirkiyeyê dê tesîsa Başîqa-Zilkanê, li gorî mekanîzma û nexşerêyeke diyarkirî, gav bi gav radestî Hikûmeta Federal a Iraqê bikin.

Tirkiye û Iraqê li ser Şengal û Başîqa-Zilkanê lihevkirin

RûpelNews - Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdoğan û Serokwezîrê Iraqê Ali Zeydi di 23yê Îlona 2026an de li New Yorkê civiyan. Piştî civînê, daxuyaniyeke çapemeniyê ya hevpar a Tirkiye û Iraqê bi rêya hesabê X ê Rêveberiya Ragihandinê ya Serokkomariyê hate parvekirin.

Di daxuyaniya hevpar de hate destnîşankirin ku di çarçoveya gotûbêjên têkildarî hemû aliyên têkiliyên stratejîk ên her du welatan de, li ser kûrkirina hevkariya di warê ewlehiyê de lihevkirinek pêk hatiye.

Di vê çarçoveyê de hate ragihandin ku li ser sepandina tam a desthilata dewletê li Şengalê û bidawîanîna hebûna YBŞê li herêmê ku di daxuyaniyê de bêyî navê wê rasterast were gotin, wekî "unsûreke çekdar a biyanî ya qedexekirî" hatiye binavkirin lihevkirinek hatiye kirin.

Tesîsa Başîqa-Zilkanê dê radestî hikûmeta Iraqê were kirin

Li gorî daxuyaniyê, li gel pêşveçûnên ku Iraqê di operasyonên ewlehiyê de bi dest xistine, hêzên Tirkiyeyê dê tesîsa Başîqa-Zilkanê, di çarçoveya mekanîzma û nexşerêya li ser lihevkirî de, gav bi gav radestî Hikûmeta Federal a Iraqê bikin.

Her wiha Tirkiye û Iraq li ser berfirehkirina qebareya bazirganî û veberhênana dualî, cîbicîkirina peymanên îmzekirî û bilezkirina projeyên stratejîk ên hevpar bi taybetî Projeya Rêya Pêşveçûnê li hev kirin.

Di daxuyaniya hevpar a ku ji aliyê Rêveberiya Ragihandinê ve hate parvekirin de hat ragihandin ku Erdoğan û Ali Zeydi, ligel hevkariya ewlehiyê, derbarê bazirganî, veberhênan û projeyên stratejîk de îradeyeke hevpar nîşan dan.