Şeşo: Iraqê mehekê dem daye komên girêdayî PKKê ku ji Şengalê derbikevin
Fermandarê Hêza Parastina Êzîdxanê ragihand ku Hikûmeta Iraqê derfeta mehekê daye sê komên girêdayî PKKê, ku ji Şengalê derbikevin; tekez jî kir ku li gorî lihevkirina Hewlêr û Bexdayê, divê Hêşda Şeibî jî ji wê qezayê vekişe.
RûpelNews - Fermandarê Hêza Parastina Êzîdxanê Heyder Şeşo duhî Yekşemê, 6ê Îlona 2026an, ragihand: "Hikûmeta Iraqê ligel aliyên nêzîkî PKKê li Şengalê çend civîn li ser vekişîn û derketina komên wan ji Şengalê kirine.”
Heyder Şeşo her wesa got: “Di wê çarçoveyê de derfeta mehekê, ku ji 1ê Îlonê heta destpêka Cotmehê ye, daye wan koman, piştî bidawîhatina vê demê jî dê rêkarên din ên kiryarkî bo derxistina wan komên çekdar bên bicihanîn."
Fermandarê Hêza Parastina Êzîdxanê ron jî kir ku ew her sê hêzên girêdayî PKKê ev in: Hêza Asayîşa Êzîdxanê, Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) û Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ).
Heyder Şeşo bal kişand ser dosyeya Hêşda Şeibî li wê deverê û got: "Li gorî lihevkirina di navbera Hewlêr û Bexdayê de, divê Hêşda Şeibî jî bi temamî ji Şengalê derbikeve, ku niha heft komên girêdayî wê hêzê li wê derê ne û hejmara çekdarên wan jî digihîje du hezar û 500 çekdaran."
Navborî diyar jî kir ku Hikûmeta Îraqê bizaveka giştgir bo kontrolkirina çekên komên çekdar dest pê kiriye û dixwaze hemî hêzan di bin sîwana Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar de rêk bixe û hemî hincetên hilgirtina çekan li dervayî qanûnê nehêle. (K24)
