Mem Ararat: Li ser navê kurdan siyasetê dikin lêbelê hesabên din dikin

15 gulan 2026 20:25

Hunermendê kurd Mem Ararat, li ser hesabên xwe yên medyaya civakî bi peyameke vîdyoyî rexneyên tund anî zimên. Ararat got, “Hin kesên ku li ser navê kurdan siyasetê dikin li şûna ku di nava kurdan de hezkirin û yekitiyê zêde bikin, dikevin pey hin hesabên din.”

Mem Ararat: Li ser navê kurdan siyasetê dikin lêbelê hesabên din dikin

RûpelNews - Ev demek dirêj e hin hunermendên kurd gazindan ji siyaset û rêveberiyên herêmî yên kurdan dikin û dibêjin, di nava hunermendan de dubendiyê dikin.

Mem Ararat jî li ser hesabên xwe yên medyaya civakî peyamek belav kir û tê de rexneyên tun anî zimên. 

Mem Ararat di peyama xwe de wiha got:

“Ne dijberê tu partî û hizbên kurdî me û kî ji bo kurdan du keviran deyne ser hev, bi soz û peyman ez piştgir û piştmêrî me. Lê divê ev jî bê zanîn ne xulamê bavê tu kesî me. Ey canik û camêrno ezê ta bi derzîyê vekim îşev. Gotina qenc jî û ya xerab jî ewilî ya xwedîyê xwe ye û herkes li gorî şîrê xwe diaxivin û pênç quriş qîmeta peyva we nîne.
Dema mersele dibe kurdek an jî saziyek kurdî ji bo bêhemdî ji tehda me li kesî neyê em çawa gotinên xwe dibijêrin û diwezinînin. Lê sebir jî sînorekî wê heye.

Nayê bîra we dema hun ketin tengasîyê kî bi gaziya we ve hat? Dema qayûman dest danî ser her tiştî kî li rex we sekinî, lê ez êdî dizanim li ba we qet xatirê kedê nîne. Çend bernameyên we yên em bi dilsozî dihatin û heta gelek caran heta bi heqê rêya xwe û heqê muzîjenê xwe jî min didan, lewma we tu sozê xwe bi cîh nedianîne.

Lê dîsa jî min digot ev şaşiya şexsan e ,ne ya saziyan e. Piştre we gazî min dikir ji bo pîne bikin û we digot “yaw arqaaşlar bî yanişlix yapmiş” û piştre arqaaşên nû neheqî yanişlixên xirabtir dikirin û piştre hinek din dihat û piştre hinekî din û hinekî din û heman şaşî û neheqî û çavsorî berdwam dikir.

Erê ew arqaaş şîrê spî ne, lê ez qebhetî me? Weleh we sebra min ya ji bahrê qedand homa qebûl neke, ka çi derdê we bi min re heye, çi keda we di min de heye, çi deynê we li min e ji kerema xwe bavêjin dawa min û tevahîya raya giştî re ragihînin Ey kom muzîk û Erdal Avcî kengî min tiştek bigota we digot ‘bizde halqimizla paylaşiriz” fermo halqimiz jî li vir e raya giştî jî li vir e ka hemû kevirên dawa xwe dawşînin.

Dibêjin Strana li ser êşên me dibêje û peran qezenc dike. Hey pere serê we bixwe, zana zanayê min e, derd derdê min e, êş êşa min e, hey xwelîserno hun serhevdîya êşa min didin serê min bi xwedê hun xurifî ne.

Madem êş êşa we bû ka hun jî du gotina û hêsran li hev biedilînin û bila hemû çepik û pere ji we re be ma kê bi destê we girtî ne.

Bi hezaran zana hene, bi hezaran Taybet hene, bi hezaran Cemîle. De fermo hun jî bêjin bila dinya û alem bibîne. Mûsa ji Firewn re got tu qîmeta gotina te û qanûnên te nîne. Lewma ji bo maneyek gotinê hebe divê ewîlî xwediyê gotinê qanûnên xwe pêk bîne û îmanê bi gotina xwe bîne.

Ev 12 sal in bêyî kû bi qasî serê derzîyê kedekê bidin we hemû hatinên keda min desteser kir. Ê ka demokrasi, ka mafê mirovan,ka ked û kedkarî Ka bêje ma ev kedxurî û zulm nîne? Ka rêziknameya we çibû, pîvanên we çi bû ji kerema xwe re vekin û bixwînin. Ji bo bibim bira û rêheval min xwe li we girt û li hemberî we bi qasî zarokekî 5 salî bê çek û bêparastin bûm. Lê we ji xwe re textek çêkir weke yê zordestên xwe, xuya ye em xulamin, bi xwedê hun jî êdî efendîne. Hemû stran derdên min in, hemû mesrefên albûman jî bi wê xizaniyê min bi xwe da û di serde jî we heqê çapê jî  ji min stand, û tev li hemû van neheqiyan jî min deng nekir lê di ser de ji hun qayîl nînin.

Bûkê ne zar û ziman e, xwesûyê ne bext û ûcdan e. Ma 12 sal bes nîne? Ez dibihîzim ku hun hunermendbûna min naecibînin û xuya ye li cem we ez hunermendekî maqûl nînim. Madem wisaye hun şerm nakin her meh heqê keda min distînin. Yên bixwazin fêkî bixwin divê xatirekî bidin darê.

Divê giha û firêza  li dorê  hilkişîne û di kelkela havînê de mistek av jêre bîne. Dema fêkîyê wê jêkir jî qet nebe du gotinên xweş li hev biedilîne. Lê we da xeberan û zextan û we gulîyê darê şikand ka bêje kîjan ûcdan vê hiltîne.

Derî û pacêyên min î ji şûşeyê, yê ji bo we heta dawiyê vekirîbûn êdî şîkestîne We bi pêlavên gemarî pêlî kulavên min kir û we bawerî û şûşeya dilê min şikand. Mizgîni li we be, derîyê paceyên min êdî  ji pola ne û heta dawîyê êdî ji we re girtî ne.”