Trump îdiaya xwe dubare kir: Kurdan ez bêhêvî kirim

11 gulan 2026 20:17

Serokê DYAyê Donald Trump got ku kurdan ew di şerê li dijî Îranê de bêhêvî kirine.

Trump îdiaya xwe dubare kir: Kurdan ez bêhêvî kirim

RûpelNews - Roja duşemê di çalakiyeke derbarê tenduristiya dayikan de, Donald Trump bi rojnamevanan re axaft û îdiaya xwe ya derbarê peydakirina çekan ji bo kurdan dubare kir û gotr ku xwepêşanderên îranî nekarîbûn derkevin kolanan ji ber ku çekên wan tunebûn.

"Me digot qey dê kurd çekan ji me re bigihînin, lê kurdan em bêhêvî kirin. Kurd tenê distînin, distînin, distînin" û wiha domand:

"Kurd di Kongreyê de xwedî navûdengeke pir baş in. Kongre dibêje, 'Ew di şerî de dijwar in' Na, ew bi dijwarî şer dikin dema ku pere distînin. Ji ber vê yekê ez ji kurdan pir bêhêvî bûme. Lê çek dan wan. Bi ser de, min gotibû ku ev dê kêr neyê û divê ez vê yekê destnîşan bikim. Ez li dijî tiştê ku hat kirin derketim. Wan çek dan. Min got, 'Ev dê tu carî negihîjin cihê xwe.'"

Kurdan ev îdia bi tundî red kirin

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio jî roja sêşemê di daxuyaniyekê de diyar kir ku gotinên Trump peyameke giştî ya piştgiriyê ji bo gelê Îranê bûn, ne ku piştrastkirina veguhestineke çekan a taybet bû.

Gelek rayedarên Herêma Kurdistanê jî diyar kirin ku ew nizanin ti çek ji aliyê amerîkiyan ve radestî kurdan hatine kirin.

Partiyên li Rojhilatê Kurdistanê jî ev îdia bi tundî red kirin û diyar kirin ku wan ti alîkariyeke çekan wernegirtiye.