Li Bremenê pîrozbahiya salvegera Kovara Hawarê

15 gulan 2026 19:25

Organîzasyon ji hêla  Federasyona Zimanê Kurdî ya Navdewletî bi hevkariya Komeleya Newrozê ya bi ser Konfederasyona Revenda Kurdistanî ye hate li dar xistin.

Li Bremenê pîrozbahiya salvegera Kovara Hawarê

RûpelNews - Pîrozbahî bi xwendina sirûda niştimanî Ey Reqîb hate destpêkirin. Di çarçevoya vê pirozbahiyê, mamosteyên zimanê kurdî ku li çend bajarên Almanya kar dikin, bi sertîfikayên rûmetê hatin xelat kirin. Herwiha di çalakiyê de kurdên ji her çar parçeyên Kurdistanê yên li diyasporayê dijîn salon tije kirin. Beşdaran bi cil û bergên kurdî û alayên Kurdistanê tevlî pîrozbahiyê bûn û bi aheng û dîlanan govend gerandin.

Xelatkirina mamoste û zarokan

Di çarçoveya pîrozbahiyê de, mamosteyên zimanê kurdî yên ku li bajarên cihêreng ên Almanyayê kar dikin û kedê didin, bi sertîfikayên rûmetê hatin xelatkirin. Her weha zarokên ku dersên kurdî dixwînin jî nehatin jibîrkirin û bi diyarîyên temsîlî hatin şad kirin.

Mem Dogala: 'Diaspora ji bo me bû laboratuvara ziman'

Serokê Federasyona Zimanê Kurdî ya Navdewletî Mem Dogala, ji Koordînatorê Rûpelnewsê Emîn Aba re axivî û bal kişand ser girîngiya Kovara Hawarê. Dogala anî ziman ku di dema borî de zimanê kurdî li welêt di bin qedexe û asîmîlasyoneke giran de bû û got: "Diyaspora di destpêkê de ji bo me bû qada 'rizgarkirina ziman'. Ji Hawara Şamê heta Enstîtuyên Kurdî yên li Ewropayê, diaspora bû laboratuvara standardîzekirin û parastina Kurdî. Me xwe di sirgûnê de fêrî nivîsandina tîpên latînî kir û me zimanê xwe ji tinebûnê parast."

Metirsiya nû: Asîmîlasyona nerm

Dogala destnîşan kir ku îro li hemberî zimanê kurdî derfetên mezin lê di heman demê de metirsiyên nû jî hene. Dogala bal kişand ser rîska li Ewropayê û wuha axivî: "Îro rewşa me ya li diasporayê di qonaxeke metirsyar de ye. Li aliyekî derfetên teknîkî, weşanên dîjîtal û federasyona me heye; kurdî li seranserê cîhanê tê naskirin. Li aliyê din, em bi rîskeke mezin re rû bi rû ne: Asîmîlasyona nerm. Nifşê sêyem û çarem ê li Ewropayê mezin dibe, her ku diçe ji zimanê dayikê dûr dikeve. Malên me, ku divê bibûna dibistanên kurdî, hêdî hêdî dibin qadên zimanên biyanî."

Ji bo siberoja Kurdî stratejiya nû: Dîjîtalîzm û malbat

Mem Dogala destnîşan kir ku ji bo siberoja zimanê kurdî ya li diasporayê divê stratejiyeke nû li ser van xalan ava bibe:

Dîjîtalîzekirin: Divê em kurdî di qada fêrbûna online û hişê çêkirî (AI, ChatGPT, Gemini… hwd) de bi hêz bikin.

Perwerdeya Malbatê: Divê her maleke kurd bibe dibistaneke Hawarê. Heger zarokê me li welatê ku lê dijî bi kurdî neaxive, em nikarin behsa serkeftina Kurdbûna xwe bikin.

Anektodek ji dîroka Hawarê: Ronahî û sînorên tarî

Kovara Hawarê ku di 15'ê Gulana 1932'an de ji hêla Mîr Celadet Alî Bedirxan ve li Şamê dest bi weşanê kir, di mercên pir giran de dihat derxistin. Di her hejmarê de, ji bo ku kovar bigihêje bakurê Kurdistanê, di ser sînoran re bi dizî dihat veguhastin. Tê gotin ku carna kurdan ev kovar di nava tûrikên genim û kincan de vedişartin û di bin rîska gulebaranên ser sînor re derbas dikirin. Ji bo parastina rûpelên kovarê, welatparêzan ew di bin erdê de di nava kûpan de vedişartin ku şêndar nebin. Ev hewldana fîdaî nîşan dide ku tîpên latînî yên kurdî ne tenê rêzimanek, lê belê wekî xeteke berxwedanê ya li dijî tunebûnê hatiye hûnandin.