Hejmara kovara Bîrnebûnê ya 95an bi berga Newrozê derket

28 adar 2026 15:41

Kovara Bîrnebûnê 29 sal in wek arşîveke zindî ya dîrok, çand, folklor û zimanê kurdên Anatoliya Navîn kar dike. Ev hejmar jî bi rengê Newrozê gihîş destê xwendevanan.

Hejmara kovara Bîrnebûnê ya 95an bi berga Newrozê derket

RûpelNews - Di 9ê Adarê de helbestvanê ji Başûrê Kurdistanê Rafiq Sabir, di 10ê Adarê de helbestvanê ji Rojava Ehmed Huseynî û di 11ê Adarê de siyasetmedarê Rojava yê navdar Salih Muslim jiyana xwe ji dest dan. Edîtor Alî Çiftçî di gotara xwe ya destpêkê de van windahiyên giran bi bîr tîne û dibêje ku şerê li Rojhilata Navîn her roj bi kûrahiyeke mezintir axa Kurdistanê dihejîne.

Ji gotara Alî Çiftçî ya destpêkê

“Bihar a pêşîn, meha Adarê, destpêka biharê; mixabin di van salên dawî her bi xemên giran dagirtî ye. Komkujiyên wekî Helebçeyê jî di vê mehê de qewimîne. Îsal me du helbestvan Rafiq Sabir ji Başûr û Ehmed Huseynî ji Rojava û siyasetmedar Salih Muslim winda kirin.

Bi boneya Newroza 2026an, kovara Bîrnebûn bi bernameyeke dewlemend û pirreng derdikeve pêşiya xwendevanan. Ev hejmar, wek ronahiyek di nav tarîtiya demê de, dengê bîranîn, berxwedan û çandê ye. Di vê hejmarê de em bîranînên dîrokî û civakî yên girîng vedikin: ji komkujiya Helebceyê bigire heta koça dawî ya kesayetiyên wek M. Emîn Bozarslan, Şewqî Ozkan û Ehmed Huseynî. Ev bûyer ne tenê bîranîn in, lê di heman demê de şehadet in ku gelê kurd di nav şer, zordestî û diyasporayê de jî xwe diparêze, xwe nû dike û berxwedana xwe didomîne.

Bîrnebûn di vê hejmarê de bi nivîskar, helbestvan û lêkolînerên xwe re hewl dide ku wêneyek rast, kûr û pireng ji jiyana gelê kurd re pêşkêş bike: jiyanek ku di nav dijwariyan de tê meşandin, lê bi hêvî, evîn û afirîneriyê ve berdewam dike. Newroz, wek sembola nûbûn û azadiyê, di vê çarçoveyê de wateyeke hîn kûrtir digire.”

Di vê hejmarê de

Hejmara 95an bi gotara Alî Çiftçî ya bi sernavê “Ji Bîrnebûnê” vedibe. Alî Çiftçî di heman hejmarê de nivîsên bîranînê yên derbarê Komkujiya Helebçeyê, M. Emîn Bozarslan, Şewqî Ozkan û Ehmed Huseynî de amade kiriye û bi Fevzî Genç re jî hevpeyvînek kiriye.

Di nav nivîskarên din ên vê hejmarê de Prof. Dr. Hacî Akman, Hacî Erdogan, Bêrîvan Keskin, Muzaffer Ozgur, Seyfî Doğan, Newal Îşcan, Melik Ozkan, Mahmûd Lewendî, Bilal Celeplî, Adem Ozgur, Esîn Akgûl, Xizan Şîlan, Tahsîn Demîrsoy, Edîp Bakî Canbeg, Mem Xelîkan, Ronî Torînî û Nuh Ateş cih digirin.

Her wiha helbesta M. Emîn Bozarslan a bi navê “Ez xortê kurd im”, nivîsa Celadet Alî Bedirxan a “Were Dotmam” û helbesta Mueyed Teyib a “Ji bo min ba” jî di vê hejmarê de digihêjin xwendevanan.

Derbarê Kovara Bîrnebûnê de

Komek rewşenbîrên Kurdên Anatoliyê li Almanyayê li ser derxistina kovarekê li hev kirin û bi hejmara yekem a Bîrnebûnê di Newroza 1997an de derketin pêşberî xwendevanên xwe. Kovar ji hejmara duyemîn û pê ve di bin Weşanxaneya APECê li Swêdê dest bi weşanê kir.

Bîrnebûn bi sernavê “kovara hunerî, çandî û lêkolînî ya Kurdên Anatoliyê” tê weşandin. Armanca wê tomarkirina dîrok, civaknasî, etnolojî, folklor û devoka kurdên Anatoliyê ye; çavkaniyên heta niha venekolînî eşkere kirin û çavkaniyên devkî ji nifşên berê veguhestinê ne. Kovar di çarçoveya prensîba bêalîbûnê de tê çapkirin û yek ji platformên herî girîng ên çandî yên kurdî ye.

Ji destpêkê heta îro wek Nebî Kesen, Nuh Ateş, Alî Çiftçî, Seyfî Doğan, Fikret Yıldız, Muzaffer Özgür, Mem Xelîkan, Berîvan Keskin, Mehmet Bayrak, Rohat Alakom, Îhsan Turkmen, Mehtab Îdelî, Altun Başaran, Osman Alabay (Curukî), Îrfan Baysal, Bekir Darî, Hacî Erdogan, Vahîd Duran, Amed Tigris, Mahmûd Lewendî, Memê Hilkecikî, Hesenê Metê, Neçîrvan Qilorî, Memê Mala Hine, Prof. Dr. Hacî Akman, Xizan Şîlan, Yusuf Yeşilöz, Yusuf Polat, Ecevit Yıldırım, Memduh Selim, Nesrîn Bayram, Fatoş Koyuncuer, Mîlle Evîndar, Mistoyê Heco, Adem Ozgur, S. Erdem, Enes Rojvan, Bilal Celeplî, Hizir Akbîna û gelek kesên din di kovarê de cih girtin.