Pezeşkiyan di bin navê "spasiyê" de gef li Kurdan xwar!

05 adar 2026 23:04

Serokkomarê Îranê Mesûd Pezeşkiyan, piştî bilindbûna tansiyona li Rojhilatê Kurdistanê, di daxuyaniya xwe de ji aliyekî ve "spasiya" gelê Kurdistanê kir, lê ji aliyê din ve ferman da hêzên ewlehiyê ku "bi tundî destwerdanê" bikin. Raya giştî ya Kurd vê daxuyaniyê wekî hewildanek ji bo tepisandina daxwazên rewa û wekî "çavtirsandinê" dinirxîne

Pezeşkiyan di bin navê "spasiyê" de gef li Kurdan xwar!

RûpelNews - Pezeşkiyan di ser hesabê xwe yê medyaya civakî Xê de di derbarê geşedanên li Rojhilatê Kurdistanê de peyamek parve kir. Lê belê, ev peyama ku di bin kincê "li gel xelkê bûnê" de hat dayîn, nîşan da ku polîtîkayên zextê yên klasîk ên rejîmê dê berdewam bikin.

Hem sersaxî hem jî gef

Pezeşkiyan di parvekirina xwe de îdîa kir ku ew şirîkê xema malbatên qurbaniyan e, lê yekser piştî wê bi fermana ku da parêzgarî û saziyên ewlehiyê, niyeta xwe ya rastîn eşkere kir. Pezeşkiyan daxwazên rewa yên gelê Kurd wekî "tevgera cudaxwaz" pênase kir û banga “têkoşîneke biryardar û tund” li dijî van tevgeran kir.

Serokkomarê Îranê Mesûd Pezeşkiyan di peyama xwe ya li ser hesabê Xê de ev îfade bi kar anîn: “Di van rojên dîrokî de spasiya gelê Kurdistanê yê birûmet dikim ku li gel Îranê sekinîn. Ez şirîkê xema malbatên wan kesan im ku di van bûyeran de jiyana xwe ji dest dane an jî birîndar bûne. Parêzgarî û hêzên ewlehiyê berpirsyar in ku li dijî her cûre tevgerên cudaxwaz bi biryardarî têbikoşin.”

Kurdan li benda reformê bûn, lê rastî gefan hatin

Pezeşkiyan ê ku di dema hilbijartinan de portreyeke nerm nîşan dida û bi dengên Kurdan hat ser wezifeyê, piştî binpêkirinên mafan û pevçûnên li herêmê, yekser serî li zimanê "operasyon" û "destwerdanê" da.

Çavdêrên siyasî yên Kurd vê hewildana Pezeşkiyan a "dayîna ayarê" di van xalan de rexne dikin:

Hewldana krîmînalîzekirinê: Daxwazên herî bingehîn ên mirovî û nasnameyî bi tawanbariya "cudaxwaziyê" tên hedefgirtin.

Polîtîkaya ewlehiyê: Li şûna ku pirsgirêk bi diyalogê werin çareserkirin, gefa şandina artêş û hêzên ewlehiyê li ser gel tê xwarin.

Reviyana ji berpirsyariyê: Li şûna ku berpirsyariya mirina mirovan bigire ser xwe, sûcê bûyeran davêje ser "tevgerên" derveyî û bi vî rengî şîdetê rewa dike.

Li herêmê tansiyon bilind e.

Di van demên dawî de pevçûnên li bajarên Rojhilatê Kurdistanê û zêdebûna tevgera leşkerî, rêveberiya Tehranê xistiye nav panîkê. Ev derketina Pezeşkiyan wekî îradeya rejîmê ya ji bo tepisandina daxwazên Kurdan bi darê zorê û çekan, ne bi siyaseta sivîl, tê dîtin.