Malbata êrîskerê ser peyamnêrê Rûdawê Masallah Dekak jê lêborînê xwest

14 rêbendan 2024 02:20
Malbata êrîskerê ser peyamnêrê Rûdawê Masallah Dekak jê lêborînê xwest

PeyamaKurd – Rojnamevan û peyamnêrê Rûdawê Maşallah Dekak ragihand ku malbata êrîşkerê ser wî lê geriyaye û jê lêborînê xwestiye. Dekak ragihand ku êrîşker mubtelayê maddeyên hişbire û dibe ji terefê hinek kesan de hatibe bikaranîn.

Maşallah Dekak ê peyamnêrê tora medyayê yê Rûdawê, duhî li navça Sûrê di dema nûçeyekî çêdikir, kesê êrîşker nêzî wî bûbû, êrîşê biribû ser û gotibû:

“Ev der Komara Tirkiyê ye, hun nikarin li vê derê bi Kurdî biaxifin.”

Li ser kesên der û dorê mudaxeleyê zilam kiribûn û bûyer ketibû ser çapemeniyê, hêzên asayîşê gumanbar xistibûn binçav. Li ser bûyerê Dekak tevlî bultena Rûdawê bû û behsa mijarê kir. Dekak weha got:

“Duhî bi şev seet di 12.00an de ji malbata gumanbar kesekî geriya û li ser navê wî lêborînê xwest. Malbata wî Diyarbekiriye û kesê geriya bi Kurdiyekî zelal diaxifî. Got ku bav û bapîrê gumabar yek peyvekî bi Tirkî nizanibû û hetta navên hemû ferden malbatê bi Kurdî ne. Navê gumanbar jî di nav malbatê de bi Kurdiye lê di nasnamê de cudaye. Bavê wî dewlemende lê îflas kiriye, di sala 2007an de mecbûr maye çûye bajarekî dinê. Gumanbar wê wextê biçûk bûye û ketiye kolanan û bûye mubtelatê maddeyên hişbir. Malbat 7 sal xwestiye wî tedawî bike lê bi ser neketiye.

Nabe ku bi serê xwe vê tevgerê kiribe. Hinek kesên dinan wî îdare kirine lê em nizanin kî ne. Min ji malbatê xwest ku mijarê di weşana zindî de bêjin lê gotin eger di weşana zindî de bêjin, dibe malbat bibe hedef. Kesên wî îdare kirine dibe bi eksê îfadan bidin.”

Dekak got ku malbat li ser navê wî ji temamê Kurda lêborîna xwe xwestiye û weha dewam kir:

“Ez ber malbata wî jî ketim lewra ez nav nadim. Ya girîng ew e ku ji niha û pê de hişyar bin û nehêlin kes wî li hemberê kesên din bikarbîne.”