Peyamnêrê Rûdawê yê Bexdayê jiyana xwe ji dest da
Berpirs û peyamnêrê ofîsa Tora Medyayî ya Rûdaw li Bexdayê Helkewt Ezîz, di qezayeke trafîkê de li ser rêya Besrayê jiyana xwe ji dest da.
RûpelNews - Li gorî agahiyên Rûdawê, Helkewt Ezîz îro dema ku îro ji bo nûçeyekê li ser rêya Besrayê bû, di qezayeke trafîkê de bi giranî birîndar bû. Dîmen nîşan didin ku kamyonekê li otomobîla Helkewt Ezîz xistiye û zirareke mezin gihandiye otomobîla wî.
Piştî bûyerê Helkewt Ezîz demildest rakirin nexweşxaneyê lê tevî hemû hewldanan nekarîn jiyana wî rizgar bikin.
Helkewt Ezîz îro herî dawî di otomobîla xwe de weşanek kiribû.
Helkewt Ezîz, ku bi eslê xwe ji Kerkûkê bû û di sala 1989an de li Hewlêrê ji dayik bûbû. Ew zewicî bû û bavê du zarokan bû.
Em wek RûpelNews, ji bo vê windahiya trajîk, sersaxiya xwe pêşkêşî malbata hevkarê xwe Helkewt Ezîz, dezgeha Rûdawê û hemû rojnamevanên Kurdistanê dikin.
